Abdullah Ocalan: Dewlet bixwaze di 6 mehan de dê pirsgirêkê çareser bike - HATE NÛKIRIN
14:37
JINHA
AMED - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Obdullah Ocalan got 'Ger ku dewlet amade be, ez ji bo çareseriyê amade me. Ger ku projeya dewletê ya çareseriyê hebe û dewlet berpirsiyariya xwe pêk bîne dê pirsgirêk di nava 6 mehan de çareser bibe.’"
Birayê Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî duh li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî îro li avahiya DBP'ê ya Amedê têkildarî hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da.
Mehmet Ocalan dema hat salonê girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Mehmet Ocalan di daxuyaniyê de wiha got: "Hûn hemû bi xêr hatin. Ez dikarim bêjim, me wekî malbatê duh pişti du salan bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî. Piştî 2 salan me wekî malbat hevdîtin pêk anî. Ji her kesî re silav û hurmetê xwe şandin. Got ji her kesî re silav û hurmetê me bêjin. 2 salin mafê me yê demokratîk û mirovahî ji aliyê dewletê ve hatiye îhlal kirin. Bila her kes vê yekê zanibin. Me Rêberê Gelê Kurd nebir Îmraliyê. Dewletê Birêz Ocalan bir Îmraliyê. Ji ber vê yekê mafê me yê demokratîk ê hevdîtinê îhlal kirin. 2 salin mafê me tê binpêkirin. 5 salin mafê parêzeran ê hevdîtinê tê astengkirin. Cihê Ocalan ê li Rojhilata Navîn û Cîhanê cihekî taybet e. Birêz Ocalan diyar kir ku ev ne tenê pirsgirêka 20 sal û 40 salin e. Ev pirsgirêka sedan salan a Rojhilata Navîn e. Em daxuyaniyên çapemeniyê yên ji bo serok dibêjin qebûl nakin. Birêz Ocalan got "Porjeyên min ên ji bo çareseriyê hene. Ger ku projeyên dewletê jî hebin û dewlet amade be bila heyetê bişîne. Bila 2 mirovên xwe bişîne em çareser bikin. Ger ku dewlet qebûl bike ez dê di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim. Ez amade me. Dewlet jî amade be bila kerem bike. Ger dewlet samîmî bûya niha ji zûde ev pirsgirêk çareser bûbaya. Gelê vî welatî vê neheqiyê heq nake. Ger dewlet amade be, bila 2 mirovên xwe bişîne projeyên me amade ne. Ger dewlet bixwaze ez dikarim di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim. Ev şerê kor e. Ev pirsgirêk yek alî çareser nabe. Aliyê herî mezin dewlet e. Ger ku dewlet, dewlet hiqûq be, divê parezer û heyetekê bişîne û demek berî demekê rê li pêş vî şerî bigire."
‘Tenduristiya Ocalan baş e’
Mehmet Ocalan anî ziman ku tenduristiya Ocalan baş bû û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Birêz Ocalan got 'Sibê Cejna Qurbanê ye. Ger ku li welatekî rojê 40 mirov bên kiştin ev cejn nabe cejn." Ji hemû parêzvanên mafên mirovan, demokrat, sosyalîst, nivîskar û rewşenbir xwest ku her kes berpirsiyariya xwe pêk bînin."
Daxuyaniya Mehmet Ocalan bê navber bi siloganên "Bê Serok Jiyan nabe" hat birîn.
'Me silava Birêz Ocalan girt'
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Leyla Guven jî daxuyani da û diyar kir ku li ser navê 50 berxwedêran diyar dikin ku peyama wan a ewil bi Ocalan re hevditin bê kirin û agahiyekê ji Ocalan bigirin û wiha got: "Me silavên Birêz Ocalan girt. Rewşa wî baş e. Têkoşîn û berxwedana me berdewam dike. Koma 50 kesan ji bo agahî ji birêz Ocalan bê girtin dest bi çalakiyê kir. Me me agahî girt. Em vê çalakiya xwe piştî roja 8'an li vir bi dawî dikin. Lê çalakî û berxwedanê me dê bi rê û rêbazên din berdewam bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li ber şaredariyan nobetê bigirin û her şev çalakiyên dengderxistinê pêk bînin. Çalakiyên me dê bi rêbazên cuda berdewam bike.”
(kom/zt)