ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hikumeta AKP'ê qayûm avêt ser şaredariyên DBP'ê û bi rojan e şaredari hatiye dagirkirin. Jinan bertek nişanê biryara qayûme dan û diyar kirin ku, ew ê vîna xwe radestî AKP'ê nakin.

* Meha Esa Temir ya ku her du çavên wê nabînin, ji ber rewşa aborî nekariye çavên xwe emeliyat bike. Ligel ku çav nabîne falan vedike û bi bawerî heskirina mirovan qezenc dike.

* Wergervana Femînîst Ayşe Duzkan diyar kir kum antika şer zîhniyeta serdete û got: "Jin ber mexdurên herî mezin yên şerin hewcedariya wan bi aştiyê hye. Li gelek deverên cîhanê pêşengên aştiyê jinin."

* Hunermendên jin yên NÇM'ê diyar kirin ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve pêvajoya çareseriyÊ hatiye qedandin û polîtîkayên şer li dijî Kurdan ketiye dewrê û got: "Yekane kesê ku hêzê bide atmosfera siyasî û pêşiyê lê vebike Ocalane."

* Jinên Pirsûsê bertek nîşanê tayînkirina kayyumê ya şaredariy awan dan û gotin: "Şaredarên me îradeya me ne. Em dest ji îrade û têkoşîna xwe bernadin."

* Zîlan Bêrîtan şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê rizgarkirina Minbicê de bi giranî birîndar dibe û bi zehmetiyên mezin xwe dighîne hevalên xwe. Zîlanê qala kêliyên xilasbûnê dike û wiha dibêje: "Min hêz da xwe û ez ber bi hevalan ve bazdam. Kêliyên pir cemidî bûn, ez hem direviyam, hem jî wek ku di kêliyê de sekinî mabûm. Zeman nediherikî, tiştek nediliviya. Tenê ez û xeyala min a gihîştina hevalan hebû."

* Li gundê Altindere ya Bahçesarayê jina bi navê Elmas Kandemîr ya 100 salî diyar kir ku bêriya huzura jiyana xwe ya berê dike û got hêvî dike demildest ji vê pêvajoya şer derkevin.

* Mala Lîstikê ya Zarokan ya Solînê ku ji aliyê Şaredariya Rezanê ve hatî vekirin, rastî eleqeyek mezin ya zarokan tê. Zarokên ku tevlî qursa avjeniyê bûne diyar kirin ku, divê tevahî zarok tevlî qursê bibin.

* Rojava ji pergala ku tê de nifşek bê nasname ferz dikir, ber bi pergaleke demokratîk ku nifşeke nû yê azad pêş dixîne ve diçe.

* Emîne Argun ya 33 salî ku di temenê biçûk de hat zewicandin diyar kir ku zewacên zû bi pirsgirêkên û got: "Ez zû zewicîm. Piştre pirsgirêk derketin. Min her cureyê şîdetê dît. Li ku dibe bila bibe kî derkeve bila derveke ev dibêjim di temenê biçûk de nezewicin."

* Ev saleke li Nisêbînê cejn tine. Jinan got ew li nava van xaniyên xerabe ku dewletê hilweşandine cejnê pîroz nakin û ji bo gotinên serokwezîr yên wekê 'ezê avahiyan çêbikim' jî gotin 'nebe sî em tiştek din naxwazin'.

* Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Ebru Yîgît diyar kir ku ji ber îtîrazê pergala dijdemokratîk, dijzanistê, yekparêzî û nîjadperestiyê kirine bûne hedef û got: "Welat piştî hewldana dareyê li şûna ku normal bibin berovajî vê ketiye kaos û pevçûnê."