Ayşe Duzkan: Li Cîhanê pêşengên aştiyê jinin

09:04

Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL - Wergervana Femînîst Ayşe Duzkan diyar kir kum antika şer zîhniyeta serdete û got: "Jin ber mexdurên herî mezin yên şerin hewcedariya wan bi aştiyê hye. Li gelek deverên cîhanê pêşengên aştiyê jinin."

Jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr, şer û dewletê têdikoşin. Wergervan femînîst Ayşe Duzkan li ser femînîzm, teverên jinan û aştiyê axivin.

Ayşeyê got ew femînîzmê wek sê qadan digirin dest û got rexnegiriya civakî û îdeolojî, veguhertina civakî û teşeva têkoşînê. Ayşeyê diyar kir ku ya sêyemîn jî stratejiya li ser piyan mayînê ye. Ayşeyê anî ziman ku dema jin nêzî femînîzmê bibin wê azad bibin û got: "Femînîzm ne pozîsyonek ahlaqiye. Li Tirkiyeyê piştî salên 1980'ê şûnde komên biçûk yên jinan hatine avakirin. Di 1987'ê jin bi şîara li dijî lêdanê çalakî pêk anÎn. Heman salê kovara femînîst derket. Di salên 80'ê de Kadinca derket."

Ayşeyê wiha berdewam kir: "Mêr îro şîdetê li jinan dikin û dikujin. Dema vê dikin jî ji pergalê fêdeyê digirin. Her jin neçarin xweşik bin û lê bi mêran re ev tine. Ev neyên dîtin jî têkoşîn nekare bê dayîn. Lê ev pirsgirêk pirsgirêka pergalê ye.

'Jinan bersiv da daxwaza aştiyê'

Bi duyemîn şerê cîhanê re yên destpêkê ji şer bi bandor bûne jin û zarok bûne. Di her şerî de jin mexdur dibin. Li her derê cîhanê wisane. Li her derê cîhanê rêxistinên jinan aştyê esas digirin. Ji ber vê jî destpêkê tevgerê jinan bersiv dane daxwaza aştiyê ya tevgera Kurdan. Li Tirkiyeyê tevgerên jinan li dijî şer disekinin. Lê em di esasa azadiya jinê de di heman nokteyê de namînin. Her biryara di alî jinan de tê girtin me hemûyan eleqeder dike. Em dikarin bibin hevpar."

(dyc/hu)