Ji hunermendên jin hişyarî

09:05

JINHA

STENBOL- Hunermendên jin yên NÇM'ê diyar kirin ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve pêvajoya çareseriyÊ hatiye qedandin û polîtîkayên şer li dijî Kurdan ketiye dewrê û got: "Yekane kesê ku hêzê bide atmosfera siyasî û pêşiyê lê vebike Ocalane."

Hunermendên jin yên NÇM'ê got fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêwiste. Hunermend Hîvda Gokelê got piştî pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin polîtîkayên şer xistine dewrê û got: "Piştî hewldana 15'ê Tebaxê rewşenbîr, nivîskar û rojnameger hatine girtin û mamoste ji kar hatine avêtin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de zirar dan buroyên HDP'ê, mîtîngên wan bombebarankirin.

'Gotin qedyaye'

Şanoger Rugeş Kirici jî Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve serok tê dîtin û tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rugeşê got di du salên dawî de tenê êş hatiye kişandin û got: "Di esasa şerê tê jiyîn de tecrîda li ser Ocalan e heye. Em ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin. Di esasê de gotin qedyaye."

Rugeşê di dawiy axaftina xwe de ew di nava hestên zêdede ye û got ger hunermendek bikeve girevê wê demê nîşan dide ku ev şer gihiştiye kîjan astê û anî ziman ku dema mirov li turikê xwe dinêrin tenê êş û mirin heye.

Dîlan Koçer jî destnîşan kir ku ev pêvajo berpirsyariya wê ya dîrokî heye û got: "Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nûve teşe dibe de yekan kesên ku hêza astmosfera siyasî bide Ocalane.

(hu)