Jinên Pirsûsê: Em dest ji îrade û têkoşîna xwe bernadin
09:06
JINHA
RIHA - Jinên Pirsûsê bertek nîşanê tayînkirina kayyumê ya şaredariy awan dan û gotin: "Şaredarên me îradeya me ne. Em dest ji îrade û têkoşîna xwe bernadin."
Ji bo 28 şaredariyên DBP'ê kayyum hat tayînkirin û ji bo ya Pirsûsa Rihayê jî cigirê Walî Tarik Açikgoz hat tayînkirin. Gel ki ber şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir û jinên tevlî bûn gotin: "Em aştiyê dixwazin. Emê desturê nedin ku dest bidin ser îrade û şaredariya me."
Havîre Kaçin diyar kir ku wan keç û kurê xwe feda kirine û got di şaredariyan de xwîna zarokên wan hene û got ew li pişt xwîna ku zarokên xwe ne û got: "Em berxwe didin û mafê xwe dixwazin. Em ji bo aştiyê xebitin. Lê ew şer didin destpêkirin. Çiqas dewlet bi ser me de bê emê jî evqas hewl bidin."
'yên me nas nakin em jî nakin'
Kadriye Kaplanê jî bi lêv kir ku dema Tayyîp Erdogan dişibe dema Kenan Evren û got: "Dema Kenan Evren de tiştên evqas xerab hatin jiyîn. Niha di dema Erdogan de tê jiyîn. Lê em gelê Pirsûsê berxwe didin. Şaredariya me her tiştê me ye. Yên me nas nekin em jî wan nas nakin."
Hedel Ogur jî anî ziman ku ew kayyuman nas nakin û heta dawiyê wê têbikoşin û got: "Bila kes nemire, leşker û gerîla nemirin. Em şaredariyên xwe dixwazin. Em kayyuman qebûl nakin."
Jina bi navê Rahîme Demîrê jî diyar kir ku ev şaredarî yên gelin û got bila hemû cîha vê zilma ku li wan tê kirin bibîne.
(hu)