Serpêhatiya berxwedana Zîlanê ya li hember çeteyan

09:07

Rebîa Êto/JINHA

MINBIC- Zîlan Bêrîtan şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê rizgarkirina Minbicê de bi giranî birîndar dibe û bi zehmetiyên mezin xwe dighîne hevalên xwe. Zîlanê qala kêliyên xilasbûnê dike û wiha dibêje: "Min hêz da xwe û ez ber bi hevalan ve bazdam. Kêliyên pir cemidî bûn, ez hem direviyam, hem jî wek ku di kêliyê de sekinî mabûm. Zeman nediherikî, tiştek nediliviya. Tenê ez û xeyala min a gihîştina hevalan hebû."

Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ku di 1'ê Hezîranê dest pê kir û di 15'ê Tebaxê de bi awayeke sekeftî bi encam bû. Ev pêngava dîrokî ji bo ciwanan jî deriyeke nû ya têkoşîn û pêkanîna xeyalên wan vekir. Zîlan Bêrîtan ku beşdarî nav refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibû, serpêhatiya xwe ya şer û awayê birîndariya xwe vegot.

Zîlan qala kêliyên şer dike

Zîlanê diyar kir ku ew ji bajarê Hesekê ye û ji pêkhatiya erebe. Zîlanê anî ziman ku ew bi destpêkirina hemleyê Minbicê re beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibe û got ku ew birîndar dibe û wiha axivî: "Ez ji mirinê neditirsiyam. Lê ya ku jê ditirsiyam ewbû ku bi saxî bikevim destên çeteyan. Em di şertên hesas re derbas bûn. Ji ber demeke dirêj bû ku bajar di destên çeteyên DAIŞ'ê de bû û wan di bajêr de navendên xwe çêkiribûn û kontrola wan li ser bajar pir li pêş bû. Cara yekem bû ku ez bi komek hevalan re diçûm çalakiya pêş. Dema em ketin kolanekê li nêz navenda wan, fermandarê koma me bi aweyek giran birîndar bû. Tenê ji mera got 'ji wir derên'."

Zîlanê bi lêv kir ku ji ber ew bajarê Minbicê nasnedikirin, rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha pêde çû: "Me nedizanî em bi kîjan alî ve herin. Çeteyan jî bang li me dikirin û digotin 'Elah û Ekber'. Her digotin 'xilasiya we tuneye hûn bi ku ve herin jî, em ê we bigirin'. Çend zehmet be jî me xwe xilas kir û em gihîştin hevalên xwe. Piştre hevalan 3'ê kom amedekirin da ku, em cenazeyên hevalên xwe bînin û çete ji herêmê paqij bikin. Çekên giran di destê wan de bû, ji ber vê bi aweyek hov êrîşê me dikirin. Di çalakiyê de çeteyan em li cihek tangav kirin û bi çekên gran êrîşê me kirin. Di wê demê de hevala me Bêrîtan bi giranî birîndar bibû û 3'ê saetan li ber xwe da.''

'Ez ê bi saxî nekevim destên çeteyên DAIŞ'ê'

Zîlanê destnîşan kir ku her kom di her çalakiyek de dibe ku bi ser nekeve û wih pêl da axaftina xwe: "Carnan em di jiyanê de bi serdikevin carnan jî bindikevin. Ji ber me soza serkefinê daye heval û şehîdên xwe berpirsyariya me mezintire. Di çalakiya xwe de em çûn ser çeteyan û me vê carê wan tangav kir. Em ketin avahiyekê de. Lê ji ber me hesabê mayînan nekiribû. Min bi erebî ji hevalan re got paşve vegerin, lê di wê demê de çete jî bi me hesiyan û dane pey me. Em ji hev qut bûn. Her yek ji me bi aliyek ve çû. Ez jî bi tena xwe mam. Min 5 kolanên bajar derbas kir, lê hîna jî çete li pey min bûn û bang dikirin ku ez teslîm bibim. Ew dixwastin bi saxî min dîl bigrin. Armanca wan ew bû ku min bi dest bigrin û gelek gotinên dij-exlaq dikirin. Lê tenê yek tişt di mêjiyê min de hebû ku ezê bi saxî nekevim destê çetên DAIŞ'ê. Çeteyan gava dîtin nikarin min dîl bigrin gule li min reşandin. Ez bi giranî birîndar bû. Her wiha çekê di destê min de jî îmha kirin. Lê dîsan jî hêviyên min hebûn ku ez bigîjim hevalên xwe.''

Kêliyên ku cemidîn

Zîlanê anî ziman ku gava gule li milê wê ketiye ew ser çongê xwe ketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min dest da birîna xwe. Min dît ku ji singa xwe ve birîndar bûme. Ez li pişt xwe zivirîm, çete hema li pişt min bûn. Jixwe şeklê wan nedişibî ya mirovan. Dema min dest avêt çeka xwe, min dît çeka min jî darbe xwariye. Êdî min nedikarî çek jî bikar bînim. Min li pêşiya xwe nihêrî, hîna cihê hevalan gelek dûr bû. Min hewl dida ez nekevim destên çeteyan. Tam di wê kêliyê de bi topên hewanan li cihê hevalan xistin. Cihê hevalan hilweşiya. Wan dîsa gule diavêtin min. Lê şansê min hebû, min xwe da ber kurtaleke li ser kolanê û wisa ez hatim parastin. Li her derê dûkel û toz bilind bibû û min hemû hêza xwe kom kir ji bo ez nekevim destên çeteyan, min hêz da xwe û ez ber bi hevalan ve bazdam. Kêliyên pir cemidî bûn, ez hem direviyam, hem jî wek ku di kêliyê de sekinî mabûm, zeman nediherikî, tiştek nediliviya. Tenê ez û xeyala min a gihîştina hevalan hebû. Di dawiyê de min karî xwe bigihînim hevalan. Gihêştim gel wan û ew tavilê min rakirin nexweşxanê. Li nexweşxaneyên Kobanê û Cizîrê derman bûm. Min nedikarî ez dûr ji hevalên xwe bimînim. Her dem aqilê min li ser hevalên min bû. Hîn birîna min baş nebibû, ez bêdestur ji nexwaşxanê reviyam û dubare hatim eniya şer. Di encama berxwedanek mezin de me Minbicê ji çeteyan rizgar kir."

Zîlanê da zanîn ku ew niha jî li eniyê berxwedaniyê ye, ji bo azadiya xwe qezenc bike têkoşîn û berxwedanê hilbijartiye. Ji tevahî jinên ereb jî daxwaza tevlîbûna têkoşîna azadiyê kir.

(en/rc)