Navê din yê întîxarê zewaca zû
09:15
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Emîne Argun ya 33 salî ku di temenê biçûk de hat zewicandin diyar kir ku zewacên zû bi pirsgirêkên û got: "Ez zû zewicîm. Piştre pirsgirêk derketin. Min her cureyê şîdetê dît. Li ku dibe bila bibe kî derkeve bila derveke ev dibêjim di temenê biçûk de nezewicin."
Emîne Argun ku di temenê zarok de zewicitiye behsa jiyana xwe kir. Emîneyê diyar kir ku ew di 17 saliya xwe de zewiciye û rastî zehmetiyan hatiye û got: "Bavê min zû mir. Piştre xwişka min bi pençeşêrê mir. Xwişkek min ya din jî şehîd ket. Wê demê min biryarên baş nedidan. Malbata hevjînê min yê berê hatin ez dîm û xwestim. Malbatê zor l imin nekirin lê dixwestin ez bizewicim. Ez zewicîm û piştre pevçûn û şîdetê dest pê kir. Bi deha carî hatim asta dest berdanê."
Emîneyê diyar kir ku ducaniya xwe ya ewil de rewşên bi rîsk jiyane û got: "Di pevçûneke navbera hevjîn û malbata min de ji bo bûyer mezin nebe min kêr ji destê wan girt. Tiliyên min hatin birîn. Niha her tiliyên xwe hîs nakim. Min gelek tişt jiyan. Min travmayên cidî derbas kirin. Min nexweşiyek cidî derbas kir. Demek dirêj hatim dermankirin. Hîna jî didome. Min nekarî kirêya xwe bidim. Fatureyên avê bidim. Lê min ti car xwe bêhêvî nehişt. Ez salekî di sektora mobîlya de xebitim. Ji zarokatiyê de min dixwest kuafurekê vekim. Min kredî kişand û vekir. Malbata min piştgirî dan min.
'Ez her kesî hişyar dikim'
Emîneyê her kes li dijî zewaca di temenê biçûk de hişyar kir û got: "Ez li her derê li ku derê jinek ciwan bibînim wan li dijî zewaca di temenê biçûk de hişyar dikim. Divê sînorê zewacê 28 be. Min 12 salan êşa vê kişand. Bila jin pasîf tevnegerin. Sedema vê jî hesta dayikbûnê û zarok bûn. Bila jin vê nekin hincet. Ger bixwazin dikarin vê derbas bikin."
(be/hu)