'Êdî qadeke perwerdehiyê ya bi tendurist ne pêkane'

09:17

Habîbe Eren /JINHA

ENQERE- Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Ebru Yîgît diyar kir ku ji ber îtîrazê pergala dijdemokratîk, dijzanistê, yekparêzî û nîjadperestiyê kirine bûne hedef û got: "Welat piştî hewldana dareyê li şûna ku normal bibin berovajî vê ketiye kaos û pevçûnê."

Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Ebru Yîgîtê diyar kir ku sala perwerdehiya nû wê bi mexduriyetê derbas be û got desthilatdariyê hewldana darbeyê veguhertiye derfetê û pêkanînên dijhiqûqê rewa kiriye.

'OHAL hemû muxalîfan dihundirîn'

Ebruyê da zanîn ku pêvajo bi KHK'yan bi awayekî dij hiqûqê didome û got: "Desthilatdarî dixwaze hewcedariyên xwe yên siyasî bit eşe bike. Piştî 15'ê Tîrmehê got wê têkoşîn bi darbekaran re sînor bimîne. Lê rewş wisa pêk nehat. Di çarçoveya OHAL'ê de bi darbekaran sînor neman. Hemû muxalîf nisêbî xwe ji OHAL'ê digirin."

'Herî zêde KESK'ê nisêbî xwe girt'

Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku herî zêde KESK'ê nisêbê xwe girtiye û destpêkê di qada cemawerî de 55 hezar kes ji kar hatine girtin û 28 hezar kedkarên perwerdehiyê bûne. Ebruyê diyar kir ku herî dawî dawî 11 hezar û 285 mamoste ji kar hatine durxistinê.Hikûmetê zextên xwe li ser Egîtîm Senê zêde kiriye. Em gelek sedemên vê dibînin."

(hu)