'Em vîna xwe radestî AKP'ê nakin'
09:22
JINHA
ÊLIH- Hikumeta AKP'ê qayûm avêt ser şaredariyên DBP'ê û bi rojan e şaredari hatiye dagirkirin. Jinan bertek nişanê biryara qayûme dan û diyar kirin ku, ew ê vîna xwe radestî AKP'ê nakin.
Li Êlihê piştî biryarê qayûmê li ser şaredariyan hat pêk anîn, 3'ê roje welatî li hember wê di nava çalakiyê de ne. Bi sedan xebatkarên şaredariyê û welatî li ber avahiya şaredariyê di nobetê de ne û bi rawestandina xebatan qayûmê şermezar dikin. Jinên ku bi şev û roj li ber şaredariyê ne diyar kirin ku ew vîna xwe radestî hikumeta AKP'ê nakin û dê heya dawiyê li ber xwe bidin.
'Di nav bajêr de xizmet hat rawestandin'
Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ku ji kar hat avêtin da zanin ku, hemû personelên şaredariyê xebatên xwe dane rawestandin û di nav bajêr de bi tu awayî xizmetê nakin. Gulistanê got ku, gel bi bertekên xwe qayûmê şermezar dikin.
'Dagirkirin dest dirêjiya vîna gel e'
Songul Korkmaz ku ev sê roje di nobetê de ye jî anî ziman ku şeredarî bi dengê gel hatiye hilbijartin, ev dagirkirin dest dirêjiya vîna gel e û wiha axivî Tu kes nikare dest bide îradeya gel. Bi salan e gel li hemberî zilmê têdikoşe. Îro dîsa heman êrîşên bêzarkirinê tên maşandin. Lê dê gelê me li hemberî vê jî bi hêz derkeve û bi ser bikeve.
'Gel qayûmê naxwaze'
Nefîse Yilmaz jî wiha bertek nîşanê biryara qayûmê da Em ji bo şermezarkirina qayûmê di nobetê dene. Bila baş bê dîtin ku gel qayûmê naxwaze. Lewra heya dewlet biryara xwe carek din bi paşve bikişine em ê li qadan bin.
'Heya dewlet rêz bide gel dê li kolanan bin'
Sevcan Yilmaz jî piştgiriyê da berxwedana gel û got ku heya dewlet rêz bide vîna gel dê li kolanan bin û li dijî zordariyê li ber xwe bidin.
'Em li vîna xwe xwedî derdikevin'
Ciwanên bi navê Buşra Yilmaz, Sozdar û Halîme Kaya jî cih di nobetê de girtin û destnîşan kirin ku, ew ji bo xwedî derketina vîna xwe li qadan in. Ciwanan gotin ku wan bi dildarî dengên xwe dane şaredariyê mafê tu kes tune dest bide vîna wan.
'Tahamûla gel ne maye'
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî piştgiriyê da berxwedan û çalakiya xwedî derketina welatiyan. Ayşeyê bilêv kir ku, êdî kêr gihaye hestiyê lewra tahamula gel ji tu zilm û zorbariyê re ne maye.
(ho/rc)