Zaroka şidet ji bavê xwe didît mirî hat dîtin
10:53
JINHA
MÛŞ – Li Kopê xwendekara lisê Kevser K, ya 17 salî ku ji bavê xwe şidet didît di malê de mirî hat dîtin.
Li gundê Girqemo yê navçeya Kopa Mûşê di 11’ê îlonê de xwendekara lîsê ya bi navê Kevser Kuşçi ya 17 salî di malê de mirî hat dîtin.
Li ser agahiya malbatê cenazê Kevser piştî lêkolîna despêkê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Kopê. Paşê jî ji bo otopsiyê cenazê Kevser rakirin Tiba Edliya Meletiyayê.
Hevalên Kevser girêdayî mirina wê axivîn û diyar kirin ku her dem Kevserê ji bavê xwe Nevzat K, şidet didît. Hevalên wê dan zanîn ku herî dawî hefteyek berê di dawetekê de bavê wê şidet lêkir 3u gotin: “Me her dem şidet dîtina wê û diya wê vedigot, wê digot; ‘Bavê min ji me hez dike.’”
Li gorî agahiyên ji gundiyan hatî girtin girêdayî mirina Kevser ji malbatê û xizman kes nehatine girtin.
Dê sedema mirina Kevser di otopsiyê de diyar bibe.
(va/zt)