Jinên şoreşger ji bo zarokê 5 mehî yê di girtîgehê de dest bi kampanyayê kirin

11:51

JINHA

MÊRDÎN - Leyla Eleftoz Baran a di 10'ê îlonê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin li gel kurê xwe Rojvan Çiya Baran ê 5 mehî di girtîgehê de tên girtin

Leyla Eleftoz Baran di 10’ê îlonê de li Mêrdînê binçavkirin. Li gel ku zaroka Leya biçuke 5 mehiye jî bi hinceta “endama rêxistinê” ye girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Zarokê 5 mehî yê bi navê Rojvan Çiya Baran jî şandin Girtîgeha Mêrdînê cem diya wî. Dapîra Rojvan Nezahat Eleftoz neviyê xwe yê 5 mehî hembêz kir û ji neçarî bir ber deriyê girtîgeha Mêrdînê û teslîmî dayika wê Leyla Eleftoz Baran kir.

Li aliyê din hat zanîn ku jinên şoreşgerên li ser malpera civakî chang.org'ê ji bo Leyla Eleftoz Baran û kurê wê Rojvan Çiya Baran serbest bên berdan kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Jinên Şoreşgerên bang li tevahî raya giştî kir û xwest herkes piştgiriyê bide kampanya îmzeyan. Hate zanîn ku îmzeyên bên berhevkirin dê ji Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karê navxweyî re bê şandin.

Lînka Kampanya ji bo serbestberdana Leyla Eleftoz Baran û kurê wê Rojvan Çiya Baran hatiye dest pê kirin wiha ye:

https://www.change.org/p/i%C3%A7-i%C5%9Fleri-bakanl%C4%B1%C4%9F%C4%B1-rojvan-bebek-cezaevinde-b

%C3%BCy%C3%BCmesin


(zt)