HDK’ê banga xwedîderketin li peyama Abdullah Ocalan kir
12:38
JINHA
STENBOL - HDK'ê bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk û azadîxwaz kir û xwest li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî derkevin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku duh li avahiya DBP'ê ya Amedê hat xwendin nirxand û xwest her kes li peyama Ocalan xwedi derkevin. Hevserokên HDK'ê daxuyaniya nivîskî dan û xwestin hemû hêzên demokrasî û azadîxwaz li peyama Ocalan xwedî derkevin. Hevberdevkan, anîn ziman ku Ocalan bi riya birayê xwe diyar kiriye ku tenduristiya wî baş e ji ber vê yekê fikaran wan derbas bûye û wiha gotin: "Ocalan bi vê peyamê nîşan da nîşan da ku li pişt peyama xwe ya Newroza 2013'an e. Peyama ku Ocalan bi riya birayê xwe li cîhanê belav kir wateya wê wiha ye: '' Şerê ku rê li pêş kuştina ciwanan vedike dê bi siyaseta demokratîk çareser bibe. Teslîmiyet vê yekê pêş naxe. Ez li xeta 2013'an sadiq derketin hûn jî li vê xetê sadik derkevin. Peyama ku qesr çi bixwaze dê wê bide na, Aştî û azadî ku gel xwestiye dîsa bide gel da û hêz da gel."
Hevberdevkan xwest hemû hêzên ku li Tirkiye demokrasî û azadiyê dixwaze li dora peyama Ocalan bibin yek û ji bo çareseriya demkoratîk xebatên xwe geş bikin. Xwest ku hemû hêz ji bo çareseriya siyaseta demokratîk têbikoşin. Hevberdevkên HDK'ê herî dawî bang li hemu gelên Kurdistan, Tirkiye û yên bindest kir û xwest hemû kesên bindest, sosyalîst, demokrat, ciwan, jin, zanyar, azadixwaz û aştîxwaz li vê peyamê xwedî derkevin û vê peyamê xurt bikin û pêş bixin.
(zt)