Girtiyan biriyara xwe ya çalakiya ‘greva birçîbûnê’ paşve vegerandin

14:55

JINHA

AMED - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryar dabûn di 15'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê bikin, piştî hevdîtina bi Ocalan re biryara grevê hat betalkirin.

Nêzî 2 salan bû ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nedihatin girtin, ji bo agahî ji Ocalan bê biryar dabûn di 15'ê Îlonê de çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bidin destpêkirin. Dê 7 girtîgehên cuda bi giştî 35 girtî biketana greva birçîbûnê. Lê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, greva birçîbûnê ya li Amedê hatibû destpêkirin jî bi dawî bû.

Li ser navê girtiyên li girtîgehên Tiriye û Kurdistanê Denîz Kaya daxuyanî da û ev tişt hat gotin: "Berî her tiştî piştî 18 mehan em pê hisiyan ku rewşa Rêbertiya me baş e û peyama der barê pêvajoyê de ji Rêbertiyê girtin em kêfxweş kirin. Lê dîsa pergala Îmraliyê û dîlgirtina Rêbertiya me wekî şermekî di rûyê me de ye. Tenê azadiya Rêbertiya me û xweseriya demokratîk a gelê me dikare vê şermê ji rûyê me bibe."

Girtiyan di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wekî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê tenê armanceke wene jiyanê heye, ew jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û di vê der barê de jî ev tişt hat gotin: "Ji bo wê jî em ê li dijî hemû gefan bi ruhê fedayane bersivê bidin. Em çalakiya 15'ê Îlonê nadin destpê kirin, lê em hemû êrîşên dewleta tirk a faşîst ji nêz ve dişopînin. Helwesta meya li dijî qeyûm, bi hezaran kesên ji kar hatin avêtin, operasyonên qirkirinê û wekîlan zelal e. Em ji hemû raya giştî re parve dikin ku dê di rojên pêş de li dijî van hemû êrîşan çalakiyên me bikevin dewrê. Em bang li tevahiya gel, rewşenbîr, welatparêz û demokratan dikin ku çembera faşîzmê bişkênin û xwedî li vîna xwe derkevin."

(zt)