‘Heya îro em bi berxwedanê hatin em ê ji niha pêde jî li ber xwe bidin’

08:28

JINHA

ÊLIH - Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel hat serdana berxwedêrên Êlihê û diyar kir ku dê gel bi berxwedanê bi ser bikeve.

Hevseroka Gişti ya DBP'ê ya Giştî Sabahat Tuncel li ser biryara qayûmê ya ser şaredariya Êlihê hat serdana berxwedêrèn ku ev 3 rojin di nobetê denin. Sabahat bi dahan meşineyan di ketina bajêr de hate pêşwazîkirin. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiyê kom bûbû bi hatina Sebahat re heya Kolana Gulistanê meşiyan.

Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerikli hevşaredarên navend û navçeyan jî di meşê de bûn. Gîrse di meşê de bènavber dirûşmeyên wek "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevi " , "Bijî Serok Apo" û " Destên xwe li ser vîna me bikîşinin" berz kirin.

Sebahat piştî meşê axivî û diyar kir ku ji ber dewlet cesaret nake kesekî derxe pêşberî gel alikarên walitiyan tine ser kar. Sabahatê got ku dewlet ji gel ditirse û wiha axivî: "Gelê êlihê gelek berxwedêr e. Çawa ku gel heya niha li hemberî zilmê li ber xwe daye niha jî dê li berxwe dide."

Sebahat berxwedana gel silav kir û got dê bi berxwedanê ser bikevin.

Piştî axaftinan girse çû cihê nobetê.

(ho-za/zt)