ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Mamosteyên Rojava yên ku perwerdehiya rejîma Baasê ya yek rengî red dikin, amedekariyên xwe yên dema perwerdehiya nû bi dawî kirin. Mamosteyên jin pergala perwerdehiya demokratîk ya ku ji tevahî cîhanê re bûye modelek nû nirxandin û diyar kirin ku, armanca wan guhertina zihniyeta civakê ye.
* Li cadeya Îstîklalê ku zarokan amûrên muzîkê yên destê xwe lê didin û pere qezenc dikin. zarokên roja cejnê li şûna şekir kom bikin, neçar dimînin bixebitin û piranî zarok jî ji herêmên şer koç kirine ne.
* Li Çinarê di zeviyên ku jin têde dixebitin de, berhemên ku berhev dikin ji bo piştgiriya Sûr, Cizîr û Nisêbînê dişînin.
* 3'yemîn mîhrîcana Fîlman a Axtamara ya Wanê bi dirûşmeya 'Ji xwezayê deng, ji dîrokê ronahî, ji jiyanê heqîqet' di cotmehê de dest pê dike.
* Jinên ciwan piştî Konferansa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê nexşerê xêz kirin û gotin rojeva wan ya sereke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî darbe û OHAL'ê ye. Jinên ciwan banga têkoşîna hevpar kirin.
* Rêvebira Desteya Perwerde û Fêrkariyê Nesrîn Reşik da zanîn ku, ji bo sala nû ya perwerdehiyê 700 mamosteyên kurd û 400 jî mamosteyên ereb li bajêr amede ne ku perwerde bidin.
* Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ketina wê ya Şirnexê hat astengkirin diyar kir ku li Şirnexê hovîtiyeke ku li cîhanê nehatiye dîtin pêk tê, lê gel jî berxwedanek mezin nîşan dide û got: "Ji bo xwedî li vê berxwedana wan ya bi rumet bê derketin û hêjayî wan bibin divê ev têkoşîn bê mezinkirin."
* Li Wana ku zivistan dijwar derbas dibe de, jin sebzeyên li baxçeyên xwe gihandine hişk dikin û amadekariya zivistanê dikin. konseryên ji zivistanê bi hezkirin tê xwarin jî di beroşan de tê kelandin.
* Zarokên gundên Til Temirê yên ereb, bi hêviya jiyanek azad mal bi mal digerin û Cejna Qûrbanê li her kes pîroz dikin.
*Hevşaredara Pirsûrê Nazli Bînîcî diyar kir ku kayyuma tayînê şaredariya Pirsûsê hatiye kirin wê dereng an zû şaredariyê terk bike û got: "Polîsan li dora şaredariyê barîyer danîne û di nav qefesên hesin de nekarin ji vî gelî re xizmetê bikin. dereng an zû wê ji vir birevin."