Rojeva jinên ciwan têkoşîna li dijî tecrîdê ye

09:05

JINHA

STENBOL- Jinên ciwan piştî Konferansa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê nexşerê xêz kirin û gotin rojeva wan ya sereke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî darbe û OHAL'ê ye. Jinên ciwan banga têkoşîna hevpar kirin.

Jinên ciwan yên HDP'ê di 10'ê îlonê de konferans pêk anîn û di konferansê de ji bilî tecrÎdê mijarên wekê girtin û binçakirin, polîtîkaya çewisandinê û piştevaniya bi bajarên Kurdistanê re nîqaş kirin.

Endama HDP PM'ê Betul Unsalê diyar kir ku divê zêdetir li dijî tecrîdê têkoşîn bê dayîn û got: "Em jinên ciwan û ciwan divê di vê pêvajoyê de xwerexnedayîna xwe bidin. Ji ber em ji pêvajoyê re nebûn bersiv. Emê tecrîda li ser Rêbertiyê rabikin. Rêbertiya me ji bom e hinceta aştî û şer e."

'Em dixwazin rêya sêyem pêşkêş bikin'

Endama Lijneya Ciwanên HDP'ê Başak Sila Kaymak jî got jin, ciwan û bindest wê geşedanên li Tirkiyeyê nirxandinan bikin û di encama wê de wê rê rêveberiyeke ciwanan a xurt derxin holê û got ew dixwazin li dijî darbeyan rêyek sêyem pêşkêş bikin.

Endama Meclîsa ciwanan a HDP'ê Emîne Abay jî diyar kir ku nîqaşên wan li sre tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane bûye û gotin bendewariya wan eve ku cenazeyên hevala wan Eylem Ataşê ku li sînor tê payîn bê dayîn.

(ga/odk/hu)