Hezar û 100 mamosteyên jin ji bo sala nû amede ne

09:06

Lava Sîraç/JINHA

HESEKÊ- Rêvebira Desteya Perwerde û Fêrkariyê Nesrîn Reşik da zanîn ku, ji bo sala nû ya perwerdehiyê 700 mamosteyên kurd û 400 jî mamosteyên ereb li bajêr amede ne ku perwerde bidin.

Li rojavayê Kurdistanê ligel înşakirina jiyanê perwerdehî li cihek sereke cihê xwe girt. Bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê re Desteya Perwerde û Fêrkariyê ya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê Nesrîn Reşik têkîldarê amedekariyên xwe ji ajansa mera axivî. Nesrînê diyar kir ku, sala borî perwerdehî bi aweyek serkeftin derbas bûye û wiha got: "Îsal dê nûbînên din hebin. Li Kantona Cizîrê ji asta yekemîn heya asta sêyemîn perwerde bi zimanê dayikê dihate dayîn. Lê di sala xwendiniyê ya 2016-2017'an de wê xwendekar heya refa 6'an bi zimanên xwe yên dayikê perwerde bibînin. Ev ji bo me pêngaveke nû û pêşketî ye. Di werza havînê de jî me amedekariya perwerdê kir."

Li herêmên hatine rizgarkirin jî wê perwerde bên dayîn

Nesrînê da zanîn ku wan hezar û 100 mamoste ji bo sala nû ya perwerdehiyê amede kirine û got ku, piraniya mamoste jinin. Nesrînê da xuyand ku mamoste ji bo asta seretayî dê perwerdehiya ziman bidin û wiha pêde çû: "Ji bo xwendekarên ereb jî 400 mamoste hatine amede kirin. Li herêmên ku hatine rizgarkirin wek Şedad, Til Berak û Holê jî dê perwerde li ser bingeha bernameya fêrbûnê (mûfredat) yên Xweseriya Demokratîk bên dayîn. Ji bo vê jî dibistan hatine amadekirin. Hin mamoste ji yê herêmê bi xwe ne hin mamoste wê ji bajarên din bên şandin."

'Rewşa şer xebatên perwerdehiyê asteng nekir'

Rêvebira Peymangeha Zanist û Perwerdeya Şehîd Çiya Firyal Mihemed jî li ser rewşa perwerdeyê û pirsgirêkên ku pê re rûbirû mane wiha vegot: "Di demên borî de ji ber rejîma Baas mamosteyên xwe ji dibistanan vekişandin, me jî yekser mamosteyên ku di peymangeha me de perwerde dîtin, bi şûna wan bicih kirin. Wiha jî me karî bêyî pirsgirêk perwerdeya xwendekaran bidomînin. Di dema êrîşên rejîma Baas de hinek li ser xebatên amadekariya sala nû bandor kiribe jî, me xebatê xwe neda seknandin û mamosteyên me perwerdeyên xwe dîtin. Niha jî rojên dawî yên perwerdeyê ne û ez ji wan re di sala nû ya xwendekariyê de serkeftinê dixwazim."

(en/rc)