Kayyum nekarin di qefesên hesinî de xizmetê bidin

09:41

JINHA

RIHA- Hevşaredara Pirsûrê Nazli Bînîcî diyar kir ku kayyuma tayînê şaredariya Pirsûsê hatiye kirin wê dereng an zû şaredariyê terk bike û got: "Polîsan li dora şaredariyê barîyer danîne û di nav qefesên hesin de nekarin ji vî gelî re xizmetê bikin. dereng an zû wê ji vir birevin."

Di nav şaredariyên ku kayyum hatin tayînkirinê de şaredariya Pirsûsê jî heye. Hevşaredara Pirsûsê Nazli Bînîcî got hikûmeta AKP'ê bi kayyuman re darbgeya sivîl pêk aniye û got: "Dora şaredariyê bi polîs û Tomayan dorpêçkirine. Di bin vê dorpêçê de nekarin li şaredariyê rûnin. Nekarin xizmetê bidin vî gelî. Nekarin derkevin nava gel. Wê van deran terk bikin."

Nazliyê bi lêv kir ku nekarin di qefesê de xizmetê bidin û got: "Gelê Pirsûsê ne tenê ye. Hevşaredar, endamên meclîsê, karkerên şaredariyê dest bidin hev û xizmetê bidin gelê Pirsûsê. Emê bi hemû cîhanê bidin bihistin ku kayyuman nas nakin."

Hevseroka HDP'a Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku bi salane li ser gelê Kurd zext tê meşandin û got: "Di 2009'an de şaredarê me hat binçavkirin. Pitşre operasyon pêk hatin. Ev jî têr nekir, destnedana parlamenterên me rakirin. Niha jî kayyuman davêjin şaredariyên me."

Ayşeyê anî ziman ku tayyînkirina kayyumê ya şaredariya Pirsûsê bi zanebûn dikin û got Pirsûs ji ber bûyerên Kobanê her tim di hedefa hikûmeta AKP'ê de ye. Ayşeyê di dawiyê de bi lêv kir ku hikûmet bi zextan nekare gel teslîm bigire û gel dirûtiya desthilatdariyê dibîne.

(rt/hu)