Yekem Seroka Daireya Politikayên Jinan 9 roje dibin çavan dene

10:25

JINHA

AMED – Seroka Daireya Politikayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Yuksel Aslan Acer ji 6’ê îlonê heya niha dibin çavandene.

Bi qayûman siyaseta DBP’ê ya nûneriya wekhev hedefgirtine. Despêkê Serokatiya Daireya Politikayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin hedefgirtin. Di Tirkiyê de yekem Serokatiya Daireya Politikayên Jinan berî du salan li Amedê hat avakirin.

Di 6’ê îlonê de polisan ser mala Seroka Daireya Politikayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer de girtin û binçav kirin. Bi hinceta “biriyara veşartinê” sedema binçavkirinê Yukselê nehat zanîn 9 roje li Şaxa TEM ya Emniyeta Amedê tê girtin.

Li gel Yuksel di navê de 8 jê jin 15 kesên hatin girtin hîna bi parêzeran re hevdîtin nekirin.

(sg/zt)