Şahidên bûyerê: Pevçun nebû her 2 jin înfaz kirin

13:40

JINHA

ŞIRNEX – Girêdayî qetilkirina du jinan a duh li gundê Ribehiyê yê Silopiya şahidên bûyerê gotin: “Pevçun nebû, ser malê de girtin du jin derxistin û înfaz kirin.”

Li gundê Ribehiyê yê Silopiya Şirnexê duh leşkeran ser malekê de girtin û du jin înfazkirin. Hat zanîn ku dema du jin ji malê derketine ew qetilkirine û xwediyê malê jî girtine binçavan. Şahidên bûyerê gotin: “Pevçun nebû, ser malan de girtin, di wê navberê de du jinên ji malê derdiketin înfaz kirin.”

Yusuf, Halime, Nazlı û Sabri Elma yên ku di heman malêdebûne bi hinceta “alikariya rêxistinê kirine” girtin binçavan. Cenazê du jinên înfaz kirin û hîna nasnama wan nediyare rakirin Saziya Tiba Edliya Xabûrê.

'Du jinên mêvan înfaz kirin'

Girêdayî mijarê Parlementera HDP’ê Aycan İrmez agahî da û got: “Dibe ku 2 jinên li vêderê hatin qetilkirin misafirbin. Ehlaqek şer heye, li herêmê bi ti awayî hiquq tineye. Li gorî agahiyên me girtî li cihê bûyerê ti pevçun nehatiye jiyankirin. Dema ku du jin ji malê derketine ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.”

'Li Kurdistanê hiquq nîne'

Aycan balkişand ser binpêkirina hiquqê li Kurdistanê û wiha domand: “Bê hiquqiya li Kurdistanê tê kirin nayê pejirandin. Êdi kes nikare bi mêvanî jî biçe mala kesê. Ji ber rastî êrîşên dewletê tên. Hêzên dewletê înfaz dike, yên dinê jî dixe girtîgehan. Li mala ku buyer çêbuyî yek jê jin 4 kes girtin binçavan. Em ji vêderê dizanin ku li Tirkiyê bêmafiyek mezin tê kirin.”

(aı/zt)