Pervîn Buldan: Em ji bo berpirsiyarî girtinê amadene
16:12
JINHA
COLEMÊRG - Ji Heyeta Îmraliyê û Wekîla Seroka Meclisê Pervîn Buldan got: "Birêz Ocalan 'Heyeta HDP'ê dikare bê', em amade ne biçin Îmraliyê. Tenê bila ev xwîn raweste."
Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan, wekîlên HDP'ê Abdullah Zeydan, û Nîhad Akdogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, li navçeya Geverê ya Colemêrgê serlêdan pêk anîn û cejna gel pîroz kirin. Pervîn Buldan diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji hêla hikûmetê ve hatiye hebakirin û ev tişt got: "Ji bo ev kaosa heyî ji bolê bê rakirin, divê heyet û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin."
Pervîn gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên wekî 'Ev şerekî kor e dê kes kesî têk nebe' bi bîr xist û ev tişt got: "Di demên borî de jî ev hatibûn gotin lê AKP'ê tu gav neavît, kuştin û komkujî pêk hatin. Divê ev destê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye divê bê girtin."
Pervîn aşkera kir ku ew wekî Heyeta Îmraliyê amade ne biçin Îmraliyê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan diyar kiriye ku 'Heyeta Îmraliyê dikare bê.' Em amade ne vê berpirsyariyê careke din bigirin dest. Em amade ne biçin Îmraliyê. Tenê bila aştî bê vî welatî û ev xwîn raweste. Em şaredariyan teslîm nakin" û qeyûmên ku hatine tayînkirin jî wekî pêkanînekî antî demokratîk pênase kir.
Piştî axaftinan esnafên li ser Kolana Cengîz Papel hatin ziyaretkirin û gel wekîl bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
(kom/zt)