Kampanya TJK-E yê ser înternetê ye
16:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya Tevgera Jina Kurd (TJK-E) ku bi mebesta CPT bi Ocalan re hevdîtinê bike li ser înternetê berdewam dike.
Di kampanyayê de ku li malpera Change.org de hatiye destpêkirin, balê tê kişandin ser komkujî û êrîşên faşîzma AKP’ê ya li ser Kurdan û tê xwestin ku CPT bi bayê bezê bikeve nav hewldanê. Di daxuyaniya kampanyayê ya TJK-E’yê de tê diyarkirin Ocalan Rêberê siyasî yê bi milyonan mirov e û fikarên têkildarî ewlekariya Ocalan bi milyonan kesî re heye û hate gotin, paş ve mayin an jî bêtevgermayina CPT’yê wê ‘’Fikarên însanî û rewa zêdetir’’ bike. Di daxuyaniyê de tê gotin divê CPT bi bayê bizê biçe Îmraliyê û têkildarî tendirustî û ewlekariya Ocalan lêkolînan bike.
Metana daxuyaniya kampanyayê ya ku bi ingilizî hatî amadekirin, ji pêvaka jêrê dikare were îmzekirin.
https://www.change.org/p/committee-for-the-prevention-of-torture-cpt-we-call-on-cpt-to-take-responsibility-against-isolation-on-kurdish-leader-abdullah-ocalan
Di kampanyaya TJK-E’yê de tê xwestin ku her kesê ku îmzaya xwe li binî bide, bila 4 hevalên teşwîq bike da ku îmzeya xwe lêxîne.
(zt)