Dayikên Aştiyê cara 46’an li Dolmabahçeyê hatin bahev
16:39
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê vê hefteyê jî ji bo li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya xwe pêk anîn û diyar kirin ku divê peyama Ocalan bersiva xwe bibîne.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, vê hefteyê jî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Mutabakata Dolmabahçeyê di hefteya 46'emîn de çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta "Dê dayik rê nedin şer" hat vekirin û banga aştiyê hat kirin. Li ser navê dayikan Zekiye Ayik axivî û diyar kir ku peyama ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye, divê ji hêla her kesî ve bê destgirtin, divê tişta ku dikeve ser milê dewletê jî pêk bîne. Ayik xwest maseya Dolmabahçeyê ji nûve bê avakirin.
Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî bertek nîşanî qeyûmên li dijî 24 şaredariyên DBP'ê hatine avêtin da û aşkera kir ku ev li dijî mafên mirovan e. Zeynep bang li dewletê jî kir û got heke dixwazin bila ji nûve biçin hilbijartinê.
Piştî runiştina 45 deqeyan, dayikan çalakiya xwe bi dawî kir.
(zt)