ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Kobanê di pêşengiya berxwedana jinan ya 136 rojan de ku hêvî wenda nebû û bawerî veguheriya vînek mezin bi serkeftinek mezin encam bû. Jinên Kobanê yên ku cihê xwe di nava berxwedana 15 Îlona 2014'an de girtine, kêliyên berxwedanê bi mera parvekirin û gotin: "Me li ber xwe da û em bi serketin."

* 80'emîn xala Qanûna Turik di rojên borî de di rojnameyê de hat weşandin. Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleyên Xwezayê Tuba Kiliç bertek nîşanê xala ku xwezayê wêran dike û ji sermayedaran re vedike da û got: "Ev xal li dijî têkoşîna mirovên Anatolyayê ku ji bo jiyandina xwezayê didin hatiye dayîn."

* Jinên peyama rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi baldariyek mezin guhdar kirin gotin: "Cejnê bi peyama ku ji wî hat wate qezenc kir.Divê gelê ku dixwaze mirin bi dawî be gûh bide rêberê xwe."

* Çîrokên Jinên li dijî darbeya 12'ê îlonê berxwe dan, di pirtûka bi navê 'perwaneyên firiyan agir' ya nivîskar Kader Çeşmîcîoglu de hatin berhevkirin. Di pirtûkê de têkoşîna jinên şoreşger yên beriya 1980'ê û piştî wê tê vegotin.

* Li Sûrê dîroka bi hezaran salan û malên gel bi tank û topan hatin wêrankirin û li dijî berxwedana dîrokî polîtîkaya hilweşîn û dagirkirinê pêk hat, niha jî kayyum kirin dewrê.

* Koçerên ku li çiyayên Kurdistanê zozantiyê dikin, li hemberî hemû êrîş û bombeyan çanda xwe ya koçeriyê didin meşandin.