Jin dibêjin 'cejna bê wate bi peyamê re wate dît'
09:03
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE- Jinên peyama rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi baldariyek mezin guhdar kirin gotin: "Cejnê bi peyama ku ji wî hat wate qezenc kir.Divê gelê ku dixwaze mirin bi dawî be gûh bide rêberê xwe."
Dema ku 50 siyasetmedarên Kurd bi armanca agahiyên ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin ketin girevê û girev berdewam dikir de birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û peyama dîrokî li Amedê aşkera kir. Di peyama ku hatibû şandin de Abdullah Ocalan diyar kiribû ku dema her roj mirov bimrin, di ragîhandina peyama cejnê de zehmetiyê dikişîne. Gelê ku ev gotin bihistin diyar kirin ku 'cejn niha bû cejn, wate qezenc kir."
'Divê her kes gûh bide rêberê ku dibêje bila kes nemire'
Jina bi navê Halîme Bayram diyar kir ku bi baldariyek mezin peyam guhdar kiriye û got divê mirin tinebin û wiha berdewam kir: "Li vî welatî her roj bi dehan ciwan tên şewitandin. Divê her kes gûh bide rêberê ku dibêje 'Bila dayik negirîn, mirin bi dawî bin'. Bi salane cejn li me heram dibin. Em cejn û dawetên xwe najîn. Ya ku ev cejn watedar kir peyama rêbertiya me bû. me tenduristiya wî mereq dikir. Agahiyên baş ji bo me pir baş bû."
'Vî welatî berbi şer dibin'
Cane Bahadir jî destnîşan kir ku bi salan eli îradeya gel tecrîd tê kirin û got: "Yên ev welat pêngav bi pêngav berbi şer birin, ji bo saltana xwe ewladên vî gelî dikin qurban. Agahiya min ji cejnê tine. Ta ku heta roja cejnê saet 14.00'an daxuyanî li Amedê hat dayîn. Em li bende peyamê bûn. Şukur tenduristiya rêbertiya me başe. Me silava wî û peyama wî girt."
Asya Kutluk jî bi lêv kir ku silava ji zindanê hatiye şandin berê me ronî kir û got: "Rêbereke dibêje ji ber mirina wijdana wî nerehete û dewleteke ku ev wijdana wê tineye heye. Bila vê bizanin. Gelê Kurd ti car dest ji rêbertiya xwe bernade. Bila rêbazên berê necerebînin. Kurd ne Kurdên berê ne."
(gc\hu)