Polîtîkaya Sûrê: Dagirkirin, qedexe, hilweşîn, cemawerîkirin û kayyum!

09:06

JINHA

AMED - Li Sûrê dîroka bi hezaran salan û malên gel bi tank û topan hatin wêrankirin û li dijî berxwedana dîrokî polîtîkaya hilweşîn û dagirkirinê pêk hat, niha jî kayyum kirin dewrê.

Li Sûra Amedê ji 2'ê Kanûna 2015'an heta niha qedexeya derketina kolanê didome û di sala dawî de li van êrîşan kayyum hat zêde kirin. Darpêça yekemîn di 13'ê îlon a2015'an de pêk hat û bi tevahî 6 caran hat dorpêçkirin. Lidijî avahiyên bi hezaran salan êrîş pêk hatin û Mînareya Çar Ling hat texrîbkirin. Sûra ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de, ji aliyê UNESCO'yê ve ti mudaxale nehat kirin. Li ber Mînareya Çar Ling li dijî serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî êrîş pêk hat.

Gel neçar man malên xwe terk bikin

Li dijî qetilkirina Tahîr Elçî gel daket kolanan û li Sûrê di 2'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve ya herî dirêj hat îlankirin. Qedexe hîna berdewam dike û 9 meh li pey xwe hişt. Berxwedanê 103 rojan berdewam kir. Wezîrê karê hundir di 9'ê Adarê de got operasyon qedyane. Lê hîna qedexe didome û bi hezaran kes ji ber êrîşan neçar man malên xwe terk bikin. qedexe tenê li taxên Dabanoglu û Cevatpaşa hatin rakirin. Dema mirov dikevin van kolanan nivîsên nîjadperest tên dîtin û xaniyên hatine hilweşandin.

'Biryara cemawerîkirinê hat girtin'

Hikûmetê piştî operasyonan li Sûrê biryara cemawerîkirinê gir tû ev di 25'ê Adarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Ev biryar li 5 taxan 'Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Fatîh Paşa) jib o 6 hezar û 300 parselî hat girtin. Bi biryarê de qadê jiyanê yên gel carek din ji destê wa hat girtin. Her kesî piştî biryarê berê xwe da UNESCO'yê lê deng jê nehat.
Herî dawî Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî ji bo Sûrê polîtîkaya îskanê danî holê. Li gorî vê welatiyên Sûrê dikaribû ji Sûrê bên derxistin û li bajarên din bên bicihkirin. Lê gelê Sûrê li dora Sûrê bi cih bûn û li bende vegerê ne.

'Bi mehane hilweşîn didome'

Ligel van pêkanînan maşîneyên kar cihên hatibûn talankirin paqij dikirin. Li Sûra ku nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest da de, gel diyar kirin ku ev paqijî ji bo jibîrkirin aberxwedanê ye.

Li taxên qedexe nehatibû îlankirin, li serê kolanan kalekol hatin avakirin. Piştî vê gel gazinc kirin û gotin ew rastî taciz, derb û heqeretan tên, bi mobeseyê tên şopandin.

Herî dawî kayyum tayîn kirin

Navçeya ku ev saleke rastî her cureyê êrîşê hat vê carê jî kayyum tayînê şaredariya ku gel hilbijartibû kirin. Di 11'ê îlonê de hêzên dewletê bi ser şaredariyê de girtin û xebatkar derxistin derve.

(mm/gc/hu)