Meclisa Jinên Êzidî a Şingalê li Hember Filma REŞEBA daxwuyaniyek da
09:42
JINHA
ŞENGAL - Meclisa jinên Êzidî a Şingal ê li hemberî derxistina filmê REŞEBA daxwuyaniyek da û derhênerê film şermezarkir. Jinan da diyarkirin ku ew ê heta dawî jî çaverêyê rizgarkirina êsîrên destê çeteyên DAÎŞ ê de bin, bi tilîlî û çepikan pêşwazî bikin.
Meclisa jinên Êzidî a Şingalê li hemberî derxistina filmê REŞEBA daxwuyaniyek da û derhênerê film şermezarkir. Jinan da diyarkirin ku ew ê heta dawî jî çaverêyî rizgarkirina êsîrên di destê DAÎŞ’ê de bin, bi tilîlî û çepikan pêşwazî bikin. Rêveberiya Meclîsa Jinên Şengalê Xoxê Cindî li ser navê jinan axivî û got: “Ev film tecawizekbû li ser rastiya jinên Êzidî û Êzidxanê. Em bê wijdaniya derhênerê filmê REŞEBA Hisên Hesen û her kesê di vî film de destek dayî û kar kirî şermezar dikin.
Rastiyên civaka me pirbûn ku derxe holê, çima dema DAIŞ 19 jin û zarokên Êzidî bi saxî şewitandîn di filma wî de nebû. Armanca vî derhênerî reşkirina civaka Êzidî bû, lê ew bi xwe rûreş derket. Di nava vî filmî de keçeke ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê derdiket babê wê dixwaze bikuje. Lê ev yek ne raste, heta niha bi sedan keç û dayikên me ji destê hovan hatine rizgarkirin û bi tilîlî û çepikan hatine pêşwazî kirin. Heta niha jî yek jî nehate qewitandin û kuştin, tam dijî vê yekê li ba me ji berê bi qîmnetirin, ji ber ku bi zorê hatine girtin û revandin. Ev mirovên weke Hisên Hesen ku dixwazin civaka Êzidî li ber çavê dinyayê reş bikin da ku fermana me weke Genosaied neye qebûl kirin û em weke kafiran bên xwiya kirin. Ji her alî ve dixwazin rê li pêşiya me bigirin. Lê ew çi jî dikin bila bikin, nikarin me ji berxwedanî û mafê me dûr bixin her em ê bigihin armanca xwe.
Gelê Êzidî ticarî derewan li ser xwe qebûl nakin, tenê yek ji me bimîne emê rastiya xwe dexin holê û derewan qebûl nekin. Xweziya bi ruh û malê me ev keç û dayikênên me ji destê hovan hatiban rizgarkirin. Qeyî biçek wijdanê vî derhênerî nîne, qeyî ev bê dayike dayikan hîs nake, van derewan di filmê xwe de dike ku êsîr têde tên kuştin. Em di mirin jî û veya nakin, derde me ye ku yek rizgar bibe emê çawa bikujin. Van keçan tiştek bi şerm û ne rast ne kirine heta ku yek wan ceza bike. Yê ku şermî kirî û bê wijdan bû ewên ku Şingal firotîn bûn, ewên ku bi navê xwedê ban dikin û zarokan ser jê dikin ewin. Gelo çima Hisên Hesen bazdana pêşmergeyên PDK ê ji Şingalê di film de der nexistiye. Keçên me bi zorê ketin destê hovên dayîşê de. Ev tiştên ku li dijî wan tên kirin hemî bi zorê ye, ne tinê tecawiz kirin, zarokên wan jî kirin xwarin û danîn ber wan, bi saxî şewitandin. Em hesabê vê yekê ji êsîrên ku rizgar dibin na xwazin. Gereke em ji îxanetkar û dijmin bixwazin.”
Xoxê Cindî bal kişand ser nêzîkbûna civaka Êzîdî ya li hember keçên di destê DAIŞ’ê de derketine û got: “Bavê Şêx wan keçana helal kiriye. Jinên ku xilas dibin Em wana dibin Şerfettîn, Lalêş û bi ava zimzim mohr dikin. Ew keç bê guneh in, paqij in. Ew kesên ku hişt keçen me bikeve deste Daîşê ew gunehkar û qirêj in. Em weke meclisa jinên Êzidî careka din derhêner Hisên Hesen û hevkarên wî şermezar dikin. Bila baş bizanibe ku emê ticarî li hember xwe derewan qebûl nekin û li berxwe bidin. Her kesekî bixwazibe civaka me reş bike ewê rûreş derkevê. Em heta dawî çaverêyî dayik û xuşkên xwe yên êsîrin û emê wan bi çepik û tilîliyan pêşwazî bikin.”
(xx/zt)