Dest dan ser nivîsên Necmiye Alpay
10:18
JINHA
STENBOL - Deng û nivîsên zimanzan, nivîskar û Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn, name û nivîsên wê desteserkirin.
Zextên li ser nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê berdewam dikin. Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn, name û nivîsên wê desteserkirin. Nivîsên ku Necmiye dabû parêzerên xwe û xwestibû bi raya giştî re bê parvekirin hatin desteserkirin. Li aliyê din nameyên ku ji girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira girtiyan ji Necmiye re şandine bi hinceta Vakfa Ensar û KAİM-DER li ser tespît kirine ser wan hatiye reşkirin. Dîsa nameya Remzi Uçucu ku ji dayika xwe Hayal Uçucu re şandiye bi hinceta gotina elewîtî hat sansurkirin.
(zt)