KESK li hemberî êrîşan civiya
13:42
JINHA
ENQERE - Meclîsa Şêwirmendiyê ya KESK'ê ji bo êrîşên li hemberî kedkarên perwerdehiyê binirxîne û ji bo çalakiyan ku dê bên lidarxistin diyar bike li Komeleya Haci Bektaşi Velî civiya.
Meclîsa Şewirmendiyê ya KESK'ê bi tevlîbûna hemû şaxên kar ên girêdayî KESK'ê yên bajaran li Komeleya Haci Bektaşi Velî ya li Enqerê civiya. Hate diyar kirin ku dê di civînê de neçîra li hemberî karmendan, îxraç, pêkanînên OHAL'ê, ji kar dûrxistina mamosteyan û nexşerêya çalakiyên bên lidarxistin bên axavtin.
KESK'ê civîna xwe ya ku dê di 23-24-25 îlonê de lidarxistiba ji ber ji kar dûrxistina 11 hezar û 500 mamosteyî îro pêk anî. Dîsa piştî civîna Meclîsa Şêwirmendiyê dê di 17'ê îlonê de jî civîna Meclîsa Giştî ya KESK'ê pêk bê û piştî vê civînê çav li rê ye ku nexşerêya çalakiyên mezin ên ku bên lidarxistin ji raya giştî re bê aşkere kirin
(zt)