Ji bo sê jinên siyasetmendarên kurd li Brukselê çalakî

14:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hat lidarxistin.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan pêk hat û ji bo her sê şoreşgerên Kurd daxwaza edaletê hat kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin berzkirin.

Her wiha, her roja Înê saet di navbera 16:00-17:00 de wê li Qada Garcentralê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî were lidarxistin.

(zt)