Li Colemêrgê çalakvanên greva birçîbûnê girtin binçavan
16:34
Îlon
15
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê yên DBP'ê Şaban Alkan û Fatma Yildiz û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de çalakvanên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dest bi greva birçîbûnê kiribûn hatin binçavkirin.
Polîsan li Colemêrgê ser avahiya DBP'ê ya ku Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê yên DBP'ê Şaban Alkan û Fatma Yildiz û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de koma ku ji 10 kesan pêk tê, ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dest bi greva birçîbûnê kiribûn de girtin. Di serdegirtinê de berxwedêrên greva birçîbûnê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
(zt)