‘Em ê li hemberî qayûmê bi berxwedanê parastina xwe bikin’

18:19

JINHA

ÊLIH - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li gel şandeya ku pêrêbû ji bo piştgiriyê bidin berxwederên bi rojan e li hemberî qayûmê di nobetê de hatin Êlihê.

Şandeyek ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di navê de hatin Êlihê serdana çalakvanên 5 rojin di nobetê de nin. Şande ji aliyê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî û nûnerên DBP û HDP’ê ve li Xincikan hatin pêşwazîkirin. Leyla Guven û kesên pêre ji aliyê sedan welatiyan ve li Kolana Gulistanê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên weke “Bê Serok jiyan nabe”, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevşaredarê Sêrtê Tuncay Bakirhan ji girseyê re axivî û diyar kir ku bajarê Êlihê ji salên 90’î û şun de her tim rastî êrîş û zilmê hatiye, lê gelê Êlihê bi berxwedana xwe hemû êrîşan vala derxistiye. Tuncay anî ziman ku dê gelê Êlihê bi berxwedanê qayûmê jî vala derxe.

Piştre Hevsaroka KCD’ê Leyla Guven jî got ku ev 90 sal e kijan desthilatdar hatiye ser gelê kurd zilmê daye meşandin û wiha axivî: “Desthilatdarên li Kurdistanê serweriyê dikin çi ji destên wan hatiye li ser kurdan dane meşandin. Gundan vala kirin û qetliyamên mezin pêk anîn. Herî dawî Mehmet Tunç û Asya Yuksel gotin ku em li hemberî hemû zilmê serî natewîtin û niha jî em bi berxwedana xwe serî natewîtin û em ê bi berxwedanê serbikevin.”

Leylayê destnîşan kir ku qayûma hatiye kirin ne qayûm e dagirkeriye û wiha berdewam kir: “Dibêjin ji ber xizmet ji gel re ne hatiye kirin qayûm avêtine ser şaredariyên kurdan. Dibêjin ku bila karmend ji we re xizmetê bikin. Ez jî we dipirsim xizmeta 70’ê salan li aliyek yên 15 salan jî li aliyekê ye. Em bi salan e ji bo gelê xwe xizmetê didin meşandin. Lê AKP vê tiştê nabine, em jî dibêjin hodrî meydan ji AKP’ê re. Gelo ka dê ki baştir ji gel re xizmetê bike û ji pêdiviyên gel re bibe bersîv.”

Leylayê di ber dewamiya axaftina xwe de got ku çawa bi berxwedanê hemû listik û polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan vala derxistine dê ji niha jî bi berxwedanê vala derxin. Leylayê got ku ew karmendên AKP’ê nas nakin û wiha domand: “Ew bi keyfî 24 şaredariyên me desteser kirin. Em ê li hemberî qayûma wan parastina xwe bikin. Ji ber ku parastin mafê me ya rewa ye.”

Piştî axaftina şande bi dehan konvoyê çûn navçeya Kercewsê ku qayûm hatiye û li avahiya DBP’ê bi gel re hatin cem hev.

(ho-dt/zt)