ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*Li gundên rojavayê Kurdistanê jin jiyanê bi ked û baweriya xwe diafirînin.
*Yekemîn parlementera Aborjînî ya Avustralyayê Lînda Burney, axaftina destpêk bi zimanê xwe kir û dest bi erkê xwe kir. Lînda di axaftina xwe de got: "Ji bo ku netewa me xwe bi sê peyvan îfade bike, bi salane nefesê xwe girt" û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û bişavtinê.
*Li kolana Îstîklalê ya ku ji her derî gel diherike, ji her koşeyek ya kolanê dengê mûzîkê bilind dibe. Felî Talemî ya ku bi dengê xwe balê her kesî dikêşe ser xwe dibêje: "Li her cihê ku ez lê me bi enstrmanên xwe dengê azadiya jinê didim der."
*Hevşaradara Cizîrê Leyla Îmret piştî qeyûm avêtin ser Şaredariya Cizîrê hat binçavkirin. Leyla qala pêkanînên dervî hiqûqî kir û wiha got: "Bi riyê dagirkirinê re dixwazin dest danin ser şaredariyê. Lê ez di vê baweriyê de me ku ew ê tevahî hewildanên wan têk biçe. Vîna me wê nû de bi ser bikeve."
*Şêrîn Osman ya ku di berxwedana dîrokî de cih girt û di eniyên pêş de şer kir, di encama êrîşê çeteyan de çavek xwe wenda dike. Şêrînê destnîşan kir ku, bi saya Arînan, Viyanan, Gulanan û Destîna Kobanê bi serket û got: "Bila çavê wan li pişt nemîne, em bi hêza wan bi serketin. Bila dilê wan şad be."
*Emîne Gul yek ji mamosteyên ku ji bo Sûrê di 29'ê Kanûnê de tevlî çalakiyên grevê bûye. Emîne ya ku ji kar hatî dûr xistin got: "Du heyv ji ber şer me nekarî perwerde bidin zarokan. Niha jî bi tewana ku perwerdehî ne hatî dayîn me ji kar avêtin. Em vê bê hiqûqiyê napejrînin û em ê têbikoşin."