Li gundan jin jiyanê diafirîne
09:04
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR- Li gundên rojavayê Kurdistanê jin jiyanê bi ked û baweriya xwe diafirînin.
Di serdema ku gund têne valakirin û jiyana gundewarî ya tejî ked û afirînerî dest jê tê berdan li gundên rojavayê Kurdistanê mînaka jiyana afirîner bi destên jinên kedkar tê afirandin.Li gund tevahiya karên sereke yên jiyanê ji hêla jinan ve tê kirin. Ew bi awayeke komunal û hevbeş vî karî dikin. Lawiran xwedî dikin, pûş didin ser hev, bêrîvaniyê dikin, nanê sêlê û tenûrê dipêjin. Baxçevaniyê dikin. Zarok û malê mêze dikin û amedekariya zivistanê dikin. Li kêleka vê hin jin hene ku karê dirûnê jî li ber karên xwe re dikin, an jî di firoşgehê de tişt difiroşin. Li gundên Til Temir jinan keda xwe ya rojane bi me re parve kirin.
'Em ji xwezayê sûdê werdigrin'
Hacer Alîdan ji gundê Til Necmê ku 10 km. ji bajar dûr e, rojane kedeke mezin dide. Hacerê diyar kir ku, ew her sibe zû ji xew hişyar dibe û agirê tendûrê vêdixe. Hacerê anî ziman ku, ew hevîrê nan jî tevî jinên gund amede dike û wiha got: "Li gund êzing û qirşik tuneye, ji ber vê em ji xwezayê sûdê werdigrin û tepikan amede dikin. Di gund de tiştên ku zêde bin û têne şewitandin jî diavêjin tenûrê. Ev jî di aliyekê de gund paqij dihêle, di hêla din jî nebûna êzingan berteref dike." Hacerê her wiha da zanîn ku, ew mast, penîr, torax û hwd. jî çêdike.
Jin hember ambargoyê jî tedbîrê digrin
Sûriye Xelîl jî destnîşan kir ku, ligel derfetên kêm jî jinên gund li hember ambargoyê jî tedbîrên xwe digrin û got ku, ew her demsal amedekariya xwe dikin. Sûriyeyê her wiha bi lêv kir ku, ew niha ji bo pêwîstiyên xwe kelpîçên ji heriyê çêdikin û wiha domand: "Amûrên mal pê çêdibin niha pir buha bûne. Lewre em wek alternatîf bixwe kelpîçan çêdikin. Kelpîçên têne firotin ji çîmentoyê ne, lê em bi heriyê çêdikin. Ev hem ji bo tendûrustiyê baş e, hem jî di zivistanê de mala me germ, di havînê de jî hênik radigire."
'Li gund tevahî kar jin dikin'
Fatma Hewaş jî da zanîn ku, ew amedekariya zivistanê dike û bamiya hişk dike û wiha pêde çû: "Ez ji karkirinê hez dikim. Li gor nêrîna min divê mirov qet bêkar nerûnê. Li gund jî pir tişt hene ku mirov pê rabe. Ez dibînim tev jinên gund di nav kar de ne, kedeke mezin didin. Ya girîng jî ew e ku jin li keda xwe xwedî derkeve û wê mezintir bike."
Li gundê Riguba ya ku 4 km. ji bajarê Til Temirê dûr jî Sena Dawûd di firoşgeha xwe ya piçûk de dixebite. Senayê jî anî ziman ku, ew her sibe piştî karê malê tê firoşgeha xwe vedike û wiha berdewam kir: " Ger cîran tiştek ji wan re pêwîst be tên dikanê. Dema ez li dikana xwe bim û kareke min nebe, ez pê re ji bo zivistanê amedekariyê dikim. Ez naxwazim demê min vala here û ji xebatê hezdikim."
'Her kes ked dide'
Beyîda El Casim ya karê dirûtinê dike wiha got: "Ev du sale ez dirûtinê dikim, ji destpêkê ve kêfa min bi karê dirûtinê tê. Ez jêrkiras û cilên cuda cuda çêdikim. Jinên gund jî têne ba min ji bo ez ji wan re cil bidirûm. Ez ji bo zarokan jî cil didirûm. Ligel ku rewşa herêmê ya aborî ji ber ambargoyê zehmet e, her yek ji me ji hêla xwe ve kedeke mezin dide, ji bo tengasiyên jiyanê jî derbas bibin."
'Keda jinê tiştên xweş diafirîne'
Newroz Şêxmûs jî ji gundê Hemra yê bajarê Til Temir e û baxçevaniyê dike. Newrozê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ez piştî xwarina zarokên xwe didim, diçim nava baxçeyê. Baxçe avdidim, tiştên şîn hatibin ez kom dikim. Piştî hin sebze hişk dibin ez qirşikên wan kom dikim û bi agirê wê bacanên bijartî çêdikim. Keda jinê tiştên xweş diafirîne. Ew tişt xweş dibe, paqij e. Dilê mirov jê rehet dibe. Li gundan jin ji mêran zêdetir ked didin. Hema bêje tevahiya karên rojane û yên ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan bi keda me çêdibe. Ev bexçe jî berhema keda jinê ye."
(en/rc)