Li kolana Îstîklalê dengê Feliyê bilind dibe

09:09

JINHA

STENBOL- Li kolana Îstîklalê ya ku ji her derî gel diherike, ji her koşeyek ya kolanê dengê mûzîkê bilind dibe. Felî Talemî ya ku bi dengê xwe balê her kesî dikêşe ser xwe dibêje: "Li her cihê ku ez lê me bi enstrmanên xwe dengê azadiya jinê didim der."

Ji bo ku mûzîka xwe parve bikin, bi cihek ve xwe girêdayî nahêlin. Ji ber vê yekê bi melodiyên xwe balê tevahiya mirovan dikêşin û hestên wan didin derê. Bi vê yekê mûzîkvanên kolanan li kur dibin bila bibin, hewra xwe xweşik dikin. Felî Talemî ya Îranî yek ji mûzîkvana kolananye. Felîyê derbarê mûzîkê de wiha got: "Aliyê mûzîkvaniya kolanan ya herî xweş; ji hêviyê zarokan re bûyîna bersiv û mirovên nû naskirine."

Felî ya ku bi lêdana setar ku kevneşopiya mûzîka Îranî dide nîşandan, hînê mûzîkvaniya kolanan dibe. Feliyê got: "Wek jin mûzîkvaniya kolanan kirin gelek zehmetiyên wê hene. Li her cihê ku lê me bi enstrmanên xwe dengê azadiya jinê didim der."

Ji mûzîkvaiya kolanan her tişt û her kes perçeyek heye, dengê kolanan heye.

Wêne: Duygu Ciniviz

(dyc/rc)