Leyla Îmret: Vîna me wê bi ser bikev

09:12

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaradara Cizîrê Leyla Îmret piştî qeyûm avêtin ser Şaredariya Cizîrê hat binçavkirin. Leyla qala pêkanînên dervî hiqûqî kir û wiha got: "Bi riyê dagirkirinê re dixwazin dest danin ser şaredariyê. Lê ez di vê baweriyê de me ku ew ê tevahî hewildanên wan têk biçe. Vîna me wê nû de bi ser bikeve."

Piştî biryarê qeyûmê li ser Şaredariya Cizîrê ket meriyetê, polîsan bi ser mala Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmretê de girtin. Leyla piştî serbest hat berdan qala biryarê qeyûmê kir û wiha got: "24 şaredariyên me bi biryarê qeyûmê hatin desteserkirin. Tewanên vala li holê ne. Mûfetîşên ku lêkolînê dikin jî di wê ferqê dene, lê mixabin bi zîhniyeta dewleta ku jê bawernakin tevdigerin."

'Ew ê tev vala derên'

Leylayê destnîşan kir ku, tewan û binçavkirin tev ji bo rewakirina biryarê qeyûmê ye û wiha axivî: "Serê sibê polîsan bi ser mala min de girt. Ji xwe min tu wate neda hatina wan. Ji ber ku hefteyê pêşî de mehkeme hebû. Ji bo min ji erka hevşaredariyê bigrin, sê care min digrin binçavan. Her car ji ber tiştek bi bingeh nabînin cardin berdidin. Lê vê carê bi plan hatibûn, hem ser çaredariyê de qeyûm hatibû avêtin hem jî serdegirtin hebû. Dewlet bi van pêkanînan re dixwaze rewabûna qeyûma pêk bîne. Lê em di wê baweriyê de ne ku ew ê vala derbikevin."

'Dewlet ji kesên gel wan dixebite jî ne bawere'

Leylayê bal kişand ser nakokiyên di nava dewletê de jî û wiha domand: "Mûfetîşên ku lêkolînê dikin jî di wê ferqê dene, lê mixabin bi zîhniyeta dewleta ku jê bawernakin tevdigerin. Îdîayên ku şaredariya me naxebite û pere dişîne cihên cuda hene. Lê di destê wan de tu delîl tuneye. Ez vê yekê weke îftîra li hember şaredariyên me dibînim. Eger delîl destê wan da hebaye, ew ê bi riyên hiqûqî tiştek kiribana. Lê ji ber nîne bi pêk anîna qeyûmê re dixwazin ser mijarê bigrin. Bi riyê dagirkirinê re dixwazin dest danin ser şaredariyê. Li hember van pêk anînan wê vîna me bi ser bikeve."

(aı/rc)