'Em bûn şahîdê 'Sûrê' ji têkoşîna xwe ne poşman in'
09:43
JINHA
AMED - Emîne Gul yek ji mamosteyên ku ji bo Sûrê di 29'ê Kanûnê de tevlî çalakiyên grevê bûye. Emîne ya ku ji kar hatî dûr xistin got: "Du heyv ji ber şer me nekarî perwerde bidin zarokan. Niha jî bi tewana ku perwerdehî ne hatî dayîn me ji kar avêtin. Em vê bê hiqûqiyê napejrînin û em ê têbikoşin."
Mamosteyên Sûrê yên ku di dema şer de bi armanca piştevaniyê tevlî çalakiyan bûneji xebatê hatin dûr xistin. Bertek li hember biryarê derxistinê her ku diçe mezin dibe. Mamosteyan diyar kirin ku, ji ber ew li hember hovîtiya ser Sûrê bê deng nemane hedef hatine nîşandan. Emîne Gûl li Dibistana Hîndekariya Seretayî ya Îsmet Paşa ya Sûrê 12'e sal mamostehî kiriye, diyar kir ku wan 2 heyv ji ber rewşa qedexw û şerê li Sûrê, nekarîne perwerdehî bidin û wiha got: "Ji ber qedexeyê, me nedikarî em bikevin Sûrê. Polîsan gelek car me paşde vedigerandin. Ji ber em tevlî çalakiyê 29'ê kanûnê bûne, ez û 10 hevalên xwe ji kar hatin dûr xistin. Hem qedexe anîn hem jî hesabê çima perwerdehî ne hatî dayîn tê xwestin. Ev tiştek çewaye?."
'Em rastî gef û darpkirinê hatin'
Emîneyê diyar kir ku, ji ber ew tevlî çalakiyê bûne ne poşmanin û wiha pêde çû: "Ji ber qedexe û şerê li Sûrê em rastî gelek pêk anînan hatin. Mafên jiyan û perwerdehiyê hatin îhlalkirin. Derûniya gelek zarokan xirabû. Em ne sucdarin û ne jî poşmanin. Li hember êrîş û binpêkirina mafê me mafên xwe yên demokratîk pêk tanîn. Lê hîna me daxuyanî nedayî wan dest bi êrîşê dikirin. Em rastî gef û darpkirinê hatin."
Emîne di dawiyê de jî wiha got: "Ji bo xwendekar di nava aştî û aramî de bijîn tiştê ketiye ser milên me, me kir. Ji ber vê em ne poşmanin. Çalakî û helwesta me bi rûmet bû, em ê vê têkoşîna xwe berdewam bikin."
(mm/rc)