‘Armanca filîmê Reşeba reşkirina civaka me ye’

10:12

Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL - Jinên Êzidî yên çiyayê Şengalê li hemberî filma Reşeba nerazîbûnên xwe diyar kirin. Jinan dan xwuya kirin ku ew bi kêfxweşiyekî keç û jinên ji destê DAIŞ’ê xilas dibin pêşwazî dikin û armanca fîlma Reşeba tenê reşkirina civaka Êzidiya ne.

Jinên Êzidî yên çiyayê Şengalê li hemberî filmê Reşeba yê ku ji aliyê Derhêner Hisên Hesen ve qaşo li ser Êzidiyan hatiye çêkirin nerazîbûnên xwe diyar kirin. Jinan bal kişandin ser têkiliyên civakî ya Êzidiyan û gotin ku di vê filmê de civakbûna me reş dikin û tiştên ne rast didin diyar kirin.

Jina binavê Şêrîn Qasim di derbarê film de wiha axivî: “Ev filma ser jiyana tevahî Êzidiyan çêkirin ne raste. Em van derewan li ser dayik û xuşkên xwe ticarî qebûl nakin. Xweziya bi her tiştî me kariba em êsîrên destê van hovan de rizgar bikin. Em her roj û her deqe li benda rizgarbûna wanin, dema hatin em ê wan çawa bikujin. Ev derhênerê bê wijdan di filma xwe de derewan dide nişan dan da ku civaka me li ber çavê dinyayê reş bike. Lê ew bi ser nakeve û ew ê bi filma xwe ya derxistî rûreş derkeve. Dema dayik û xwuşkên me yên êsîr tên em bi kêfxweşiyek herî mezin pêşwazî û hembêz dikin. Çawa ku berya fermanê me jiyan dikir, dîsa weke berê em bi hev re jiyan dikin û hîn pitir qedrê wan li ba me heye. Ev tişta hat serê wan êşekî pir giran e, em dixwazin alikariya wan bikin da ku êşa wan sivik bibe. Wan tiştên wisa çêdikin wek êrîşên DAIŞ’ê ne.”

Kinê Elî jî wiha axivî: “Du zarkokên min di destê DAÎŞ ê de ne. Heke ji destê min hatiba minê pars kiriba û ez ê di nava van kampan de geriyabam hetanî zarokên min rizgar di bûn, lê em ti xeberê ji wan nizanin. Êzidî li her qadê digerin û hewil didin dayik û xwuşkên me rizgar bikin. Em sibe û êvara beramber roja xwe ya pîroz hêviyan dikin da ku zarokên me rizgar bibin. Em ê çawa piştî ku rizgar dibin wan bikujin. Ev yek ne raste, filma Reşeba rastiya Êzidiyan dernaxe. Yê ku ev film û derew li ser Êzidiyan derxistine şermezar dikim. Vî filmî serkeftin nayne ji ber berûvajî rastiyê hatiye çêkirin. Her yekî ku li dijî rastiyê derkevin ew ê binbikevin. Ez hêvî û duayên xwe dikim ku hemû êsîrên dest van bêwijdanan de derkevin.”

Ciwana bi navê Asiya Silêman jî derbarê filma Reşeba de wiha got: “Ez weke ciwaneka Êzidî derhênerê film Hisên Hesen şermezar dikim. Ev buyerên di filmê xwe de derxistîn derewin, ji ber ku ev li ba civaka me ya Êzidî nînin. Dema êsîr rizgar dibin û tên em pêşwaziya wan dikin û gelek kêfxweş dibin. Keç û dayikên me yên ku rizgar dibin li ba me gelek pîroz in, weke berî fermanê li ba me bi qîmetin û hîn pitir jî. Hisên Hesen ev film ne rast derxistiye. Em ticarî keçên xwe na kujin. Bila baş bizanibin ev yek ticarî jî di civaka me de çênabe. Rastî hebin derxe, lê armanca wî bû ku Êzidiyan li ber çavê dinyayê reş bike. Lê bi ser neket, bi ser jî nakeve. Ji ber hertim yên rastiyê bêjin û serê xwe li hember neheqiyê netewînin henin. Hêviya min ji hemû gelê me yê Êzidî heye ku hin jî pitir qîmetê van keç û dayikên me bigirin da ku ev film vala derkeve. Ji xwe vala der jî ket.”

Xewla Silêman jî bertekên xwe yên li hember filmê Reşeba wiha anî ziman: “Ev filmê ku li ser Êzidiyan girêdayin hemû derewin. Ji bo vê yekê jî em weke jinên Êzidî vê yekê li ser xwe qebûl nakin. Em weke jinên Êzidî Hisên Hesen şermezar dikin, ji ber ku tiştên çênebûne di filmê xwe de temîsîl kir. Ew weke derhênerek lazime ji karê xwe û navê xwe şerim bike. Keç û dayikên me yên êsîr bune bi zorê ketine destê van hovan de. Navê wan bi xwe êsîrin heke dijmin bixwazê dikarê her tiştî bi zorê bi wan bide kirin. Ji bo vê jî ew bêguneh û paqij in. Ji bo vê yekê ti kesî maf nîne li ser wan bi axive û filmên derew derxe. Em bi zorê xwe digihînin wan heta em yekê rizgar dikin, em ê çawa bikujin. Em dayik û xwuşkên xwe yên rizgar dibin bi tilîliyan pêşwazî dikin û himbêz dikin. Ji bo vê yekê jî ev filmê Reşeba bi derew hate çêkirin, ne raste.”

(zt)