'Bila kujerê keça min bê girtin û cezayên herî giran jêre bê dayîn'

10:25

Rûken Tuncel/JINHA

RIHA - Derket holê ku Semra Acar a ku ji aliyê Sedat Acar ve hatî qetilkirin, gelek car rastî şîdetê hatiye û dexwaza berdanê kiriye. Dayika Semrayê got: "Ez dixwazim kujer bê girtin û cezayên giran jêre bên dayîn."

Sema Acar ya ku li navçeya Sîwerek ya Rihayê dijîya, di roja cejnê de ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Sedat Acar hîna ne hatî girtin. Dayika Semayê Şerîfe Eroglu destnîşan kir ku, keça wê bê navber 5 salan rastî şîdetê hatiye û wiha got: "Gelek car li ber çavê zarokên xwe rastî şîdetê dihat û ji ber wê berê xwe dida gel me. Ji ber zarok biçûk bûn, me her car ew dişand wir. Lê min nezanî ku dê rojek wiha kezeba min bişewite."

'Ew her digot ez ê bikûjim'

Şerîfeyê da zanîn ku berî 6 heyvan ew doza berdanê vekirine lê ji ber Sema çûye gel zarokê xwe ew doz hatî betalkirin û wiha pêl da axaftina xwe: "Keça min berî 10 rojan hatibû gel min, ji min re got an ew ê êdî venegere an jî ew ê xwe bikûje. Piştî cejnê ew ê ji bo hevberdanê çûbana dadgehê. Keça min vê carê biryarê xwe yê dawî dabû. Siba cejnê keça min li ber derî bû. Berî 15'e deqeyan birayê wê jî li ber derî bû. Piştî birayê wê diçe li ber çavê zarokan Sema qetildike. Neviyê min ji tirsan direve û li binguhê wesayîtê diqelibe."

'Bila cezayê herî giran bidinê'

Şerîfeyê bi lêv kir ku, Sedat ne tenê li hember Semayê şîdet pêk aniye di heman demê de li hember zarokan jî vê yekê kiriye û wiha domand: "Keça min hat definkirin, neviyê min li nexweşxaniyê û yên din tev bê dayîk man. Keça min ji zarokên xwe gelek hezdikir. Keça min jê hatî bû. Hevjînê wê alkolê digrit û her dem şer dikir. Ne tenê keça min zarokên wê jî rastî şîdetê dihatin. Min zanîba ku dê wihaba minê serî de keça xwe girtiba gel xwe. Tenê dexwazek min heye ew jî bila cezayê herî giran bidinê."

(rc)