Yekem Seroka Daireya Politikayên jinan Yuksel 11 rojin dibin çavan dene

11:59

JINHA

AMED – Seroka Daireya Politikayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer a ku di serdegirtina malê de hatî girtin 11 rojin dibin çavan dene.

Di hemû şaredariyên DBP’ê yên nûneriya hevbeş dikin de navendên jinan û Serokatiya Daireyên Politikayên Jinan tên dîtin. Karê qeyûmên ser şaredariyan ê despêkê bûye rawestandina xebatên jinane. Despêkê Serokatiya Daireya Politikayên Jinan dibiniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat vekirin û serokatiya wê Yuksel Aslan Acer kir. Yuksel 11 rojin dibin çavan de tê girtin. Yuksel a ku heya niha tenê du caran kariye bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike, hina bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye. Parêzera Yuksel da zanîn ku ti sedemê dosya miwekila wê veşartinê nîne û ji bo dibin çavan de girtina wê ti hincet nîne.

'Xwestin pêşiya karê wê bigirin'

Hevjînê Yuksel wiha jî wiha got: “Serokatiya Daireya Politikayên Jinan a ku di Tirkiyê de cara yekem hatiye vekirin du salin dest bi xebatê kiriye. Yuksel di vê beşê de xebat dikir. Ti sedema girtina wê tineye. Ji bo asteng kirina xebatên wê girtine binçavan û bê sedem biriyara veşartinê danine ser dosya wê. Bi hincetên navbera cejnê ye dane sekinandin, lê em dizanin gelek kesên di vê navberê de hatine berdan hene, ev muameleya keyîfî nayê pejirandin.”

Yuksel 11 rojin li Şaxa TEM ya Emniyeta Amedê tê girtin.

(sg/zt)