Li Kobanê nexweşxaneyek hat vekirin
16:23
JINHA
KOBANÊ - Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de, Nexweşxaneyeke Zayînê ji aliyê sazî û rêxistinên alîkariyê ve hate vekirin.
Saziya Heyva Sor a Kurd şaxê Kantona Kobanê, rêxistina ICOR a alîkariyê û hin rêxistinên din Nexweşxaneyeke Zayînê li bajarê Kobanê vekirin. Vekirina nexweşxanê beriya 4 mehan bi alîkariya Desteya Tenduristiyê ya Kobanê hate amadekirin.
Di merasîma vekirina nexwexaneyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi dehan welatiyên Kobanê û endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî amade bûn.
Di merasmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî, li ser navê Heyva Sor a Kurd Nasan Ehmed, li ser navê Kongreya Star Xalîse Hac Ebdulqadir û li ser Desteya Tenduristiyê Hikmet Ehmed axivîn.
Qisekeran vekirina vê nexweşxaneyê li tevhiya jinên Kobanê pîroz kirin. Piştre Ayşe Efendî benê vekirina nexweşxaneyê qut kir û şêrînahî li beşdaran hate belavkirin.
Di hundirê vê nexweşxaneyê de 24 text, odeyeke biçûk a emeliyatê, odeyeke mezin a emeliyatê, beşê xwedîkirina zarokan û beşê xizmetguzariyê hene.
Li vê nexweşxaneyê wê 5 bijîşkên pispor ên jinan, 2 bijîşkên hundirîn, 2 bijîşkên zarokan û bijîşkekî hişbirinê tevî pisporekî lêkolînan kar bikin. Nexweşxane 24 saet bê pere wê xizmet bike.
(kom/rc)