Dewreya Şervanên YPJ/YPG'ê yên ereb bi dawî bû

16:55

JINHA

KOBANE- Li Kobanê yekemîn dewereya Fermandar Feysal Ebû Leyla ya di binesaziya Akademiya Şehîd Sadiq hatî destpêkirin û tev erebin bi coşek mezin dawî bû.

Li Kantona Kobanê di binesaziya Akademiya Şehîd Sadiq de dewreya Fermandar Feysal Ebû Leyla ya ku tev ji şervanên ereb pêk tên îro bi merasîmek leşkerî bi dawî bû. Di derwereya ku 45 rojan berdewam kir de 31 ciwan tevlî bûn.

Di merasîma dawîkirina dewrê de Fermandara Giştî ya YPJ/YPG'ê Seyran Şîlan axivî. Seyranê dawîkirina dewrê li tevahî şervanan pîroz kir û wiha got: "Em bi navê desteya Rêvebir ya perwerdê, dewreya şehîd Ebû Leyla li Rêberê PKKê Abdulah Ocelan pîroz dikin. Dema ev dewere dest pê kir hîna hemleya Minbicê berdewam bû. Niha Minbic azade. Şervanên vê dewrê xwe ji bo tevahî qadan amede kirine."

Her wiha şervanên ku tevlî perwerdê bûne jî ji ajansa me re nirxandin kirin. Şervana bi navê Rûken Hemze diyar kir ku, çeteyên DAIŞ'ê hevjînê wê qetilkirine û xizmên wê dîlgirtine û ew ji bo tolê hilîne tevlî nava şervanên YPJ'ê bûye. Rûkenê wiha got: "Ez ê heya dawî li hember çeteyan ber xwe bidim. Îro dewreya me bi dawî bû. Me gelek sûd ji vê perwerdê girt. Em hînbûn ku azadî ne tenê çeke azadî ramanê mirove." Rûkenê her wiha bang li tevahî jinan kir ku tevlî QSD'ê bibin û fikirê xwe azad bikin.

Şêrîn Minbic jî destnîşan kir ku, ew ji bo parastina mafê jinê tevlî bûye û wiha domand: "Di nava civakê de girîngiya jinê û mafê wê tune tê hesbandin. Sedema tevlîbûna min jî mafê jinê parastine. Ez ji bo parastina maf û axê li virim. Li hember çeteyên DAIŞ'ê dê têkoşîna min berdewam bike. Sê salan di bin dagirkeriya çeteyan de me jiyan kir. Jiyan li me perîşan kirin. Malbatê min bi zorê da mêrek. Piştî çend heyvan me hev berda û ez hatim tevlî şervanan bûm. Perwerde ji bo min gelek başbû û tejî derbasbû. Li vir ji jinan re nirxek mezin tê dayîn. Divê jinên ereb bên vir û ji bo mafên xwe têbikoşin."

Merasîm bi berzkirina dirûşmmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(rê-gb/rc)