Desturê nadin kurdi têkevin Duraganê!
17:53
Îlon
16
/ 2016
JINHA
SİNOP – Li Taxa Gokirmak a navçeya Duragan a Sinopê piştî ku komek nijadperestan êrîşî karker û esnafên kurd kirin destur nayê dayîn gundî têkevin navçeyê.
Piştî ku di 11’ê îlonê de komek nijadperestan li Taxa Gokirmak a navçeya Duragan a Sinopê êrîşî karker û esnafên kurd kirin, piştî bûyerê desturê nadin kurd têkevin nava navçeyê. Gundiyên derdorê yên ku duh xwestin têkevin navçeyê di ketina navçeyê de ji aliyê polisan, tîmên taybet û mekîneyên kar ve hatin sekinandin.
(zt)