ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên ku herî zêde bûne piştîvanên peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotin: “Em heya dawiyê li peyî peyama hatî dayînin. Çi dibe bila bibe ji bo ku peyama hatî dayî bigihe cihê xwe ya ji destê me tê em ê bikin. Em weke dayik û gelê kurd em ê li peyama Rêberê xwe xwedî derkevin.”
*Nergîz Hayat ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta aborî tê, ji ber kar nabîn nikare zarokên xwe xwedî bike. Nergîzê diyar kir ku, hêviya wê tenê xebatek dîtine û banga piştevaniyê li jinan kir.
*Bi hevkariya Enstîtuya Goethe û komeleya Çandê ya li Her Derê bi projeyê "Uçan Kutuphane" re perwerdehiya çand û huner, her wiha ji bo zarokên ji ber şer maxdûrê koçberiyê bûne jî dê xebat bê meşandin.
*Şervanên YPJ'ê yên ku cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtine diyar kirin ku, wan şerê hebûn û nebûnê daye û gotin: "Baweriya me tev ya serkeftinê hebû. Tevahî hevalên me yên bûne qehreman û şehîd ketine, pêşengiya şoreşê kirin. Me Kobanê azad kir û niha jî bi rihê şehîdan em li Kobanê azad dijîn."
*Jinên bajarê Til Temirê diyar kirin ku, ji ber ew agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtine kêfxweşin û gotin ku, dê çalakiya wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bike.
*Piştî hewilên darbeyê bi OHAL ê re rewşa girtîgehan salên 80’an derbas kiriye. Endama YAKAY-DER’ê Cemile Demir diyar kir ku gelek sepandinên weke rojê çend caran ser qowişên wan de girtin, dest danîna ser pêdiviyên wan ên bingehîn, herêmên hevbeş kêm kirin û qedexekirina hevdîtinê ser girtiyan disepînin. Cemile da zanîn ku di nava girtîgehê de carekdin girtiyan zindan dikin. Cemile bang li hemû jinan kir bi girtiyan re di nava şêwirmendiyê debin.