Cemile Demir: Girtî di nava girtîgehê de carekdin tên zindan kirin
09:23
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL – Piştî hewilên darbeyê bi OHAL ê re rewşa girtîgehan salên 80’an derbas kiriye. Endama YAKAY-DER’ê Cemile Demir diyar kir ku gelek sepandinên weke rojê çend caran ser qowişên wan de girtin, dest danîna ser pêdiviyên wan ên bingehîn, herêmên hevbeş kêm kirin û qedexekirina hevdîtinê ser girtiyan disepînin. Cemile da zanîn ku di nava girtîgehê de carekdin girtiyan zindan dikin. Cemile bang li hemû jinan kir bi girtiyan re di nava şêwirmendiyê debin.
Piştî hewilên darbeyê bi OHAL ê hikumeta AKP’ê di serî de çapemeniyê hemû kesîmên muxalîf bi navê ‘darbekar’ binçav dikin, digirin û rojnaman didin girtin. Li gel van hemûyan di girtîgehan de jî binpêkirinên mafan salên 80’an derbaskirine. Endama YAKAY-DER’ê ya ku weke dîdar diçe hevdîtina girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin çavdêriyên xwe yên di hevdîtina vekirî de dîtî parkir. Cemile balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Despêkê îskenceya li girtîgehan ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan despêkirin paşê jî ser girtiyên dinê disepînin.”
'Dest dane ser jiyanê'
Cemile bilêv kir ku di girtîgehan de girtiyan bi hêsanî maf bidestnexistine û wiha domand: “Hevalên me bi gelek bedelan hinek maf bidest xistine. Piştî darbeya sala 1980’an tiştên hatin jiyandin li holê ne. Hevalên me dema çayê hişk kirine kirine ax. Bi tovilên tiştên xwarine gul şînkirine. Di biharê de bi guherîna rêveberiya girtîgehê re despêkê dest dan ser wan. Dest danîne ser tevahiya jiyanê.”
'Bi hincentan qedexeya hevdîtinê didin'
Cemile wiha qala pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyandin kir: “Dest danîne ser testên girtî têde cilên xwe dişon. Beriya OHAL ê amadekari kirine ji xwe. Weke mînak me bixwesta ser navê kijan girtiyan pere razînin dibû, lê niha ew rakirine, tenê em dikarin ser navê hevalê ku em diçin hevdîtina wan razînin. Dem dem êrîşî ser hevalên me dikin. Weke mînak hevalek divê berî çar mehan tahiliye bibana, bi hinceta di Newrozê de dîlan girtiye bernadin. Bi hinceta li derî û penceran dane beriya 15’ê Tîrmehê cezayê hevdîtinê dane hevalên me. Herî dawî dema çum hevdîtinê ji 40 hevalên jin tenê mink arî 10’an bibînim. Bi hincetên vala cezayê hevdîtinê dane girtiyên dinê. Berê mafê girtiyan ê sê dîdaran hebû, niha kirine yek û hevdîtin jî kirine 2 mehan carekê.”
Cemile destnîşan kir ku li gel bi salane diçe hevdîtina heman kesan jî cardin pirsgirêkan derdixin û wiha berdewam kir: “Serê sibê saet 09.00’an de hema êrîşî ser wan dikin. Ber êvarê cardin êrîşkirin û dest dan ser balgiyên wan. Dest danîne ser nîvê tiştên wan. Di saet 16.00’an de ji nuşkave êrîşkirin û gelek jinên girtî û gotin: ‘hunê biçin B-5,B-6 û yên man jî hunê biçin C-4, C-5’ê’ Dema ku sedem pirsîne bersiva: ‘Ji niha û şon de hunê demdirêj li hema qowişê nemînin. Li gorî daxwaza xwe em dikarin we bişînin her derê.”
Cemile herî dawî banga şêwirmendiya bi girtiyan re li jinan kir û got: “Divê em jin li hevalên xwe yên girtîgehan xwedî derkevin.”
(zt)