‘Bi saya jinên berxwe dide wê welatekî bi aram bê’
09:46
JINHA
STENBOl-Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kavê têkildarî daxuyaniya bi sernavê 10 qadên têkoşînê ya tevgera jinan a ji aliyê KCDP’ê hatiye avkairin de axivî û diyar kir ku ev 10 xal di encama hewcedariyê de derketiye holê. Gulsumê wiha got: “Her ku siyaseta li welat tenê hişt, jin zêdetir xwedî li hev derketin û êrîş ji ku hatibin berê xwe dan wir û berxwe dan. Ev roj wê derbas bin. Wê siberoj bi saya jinan welatekî bi huzur bîne.”
Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daxuyaniya bi ser navê 10 qadên têkoşînê yên sereke a tevgera jinan weşand. Di van 10 xalan de berxwedana jinan a li dijî cîhanet, komkujî û OHAL’ê cih digire. Bal dikişînin ser nokteyên girîng. Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kavê diyar kir ku ev 10 xal di encama hewcedariyê de derketine holê û got pirsgirêkên hevpar wê têkoşîna hevpar çareser bike.
‘Pêvajoya çewisandina darbeyê azadî tine hesiband’
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de pêvajoya aloz ya li Tirkiyeyê rê li ber mirinan vekiriye û got: “Ev demek dirêje em ji bo mafên xwe berxwe didin. Di van şertan de 15’ê Tîrmehê hat û rojê zehmetir dest pê kir. Bi darbeyê re doza şîdetê zêde bû. pêvajoya çewisandina darbeyê maf û azadî tine hesiband.”
Gulsumê destnîşan kir ku piştî OHAL’ê gotinên zayendperests û kuştinên jinan zêde bûne û diyarkir ku vê pêvajoyê herî zêde bandor li ser jinan û kesên LGBTÎ kiriye. Gulsumê anî zimian ku AKP’ê bi hinceta têkoşîna li dijî darbeyê êrîşê jinan jî kiriye. Gulsumê balkişand ser gotina ‘Hewya Nû’ ya di nav 10 xalan de cih digire û got li Tirkiyeyê gelek jinên li dijî zextan berxwe dan û serî netewandin têkoşîn meşandine.
‘Jinan bi hev re tecrube qezenc kir’
Gulsumê bi lêv kir ku bi pêşketina civakê re hewayek nû ava bûye û got: “Lê mêr neguherîn. Wek Ademê berê man. Jin pêş ketin û hewl dan mafên xwe bigirin. Lê mêr li dijî vê derketin. Tûndiyek dijwar hat jiyîn ev jî bû sedema jiyana bi hezaran jinî. Jinan tevî her tiştî tecrubeyek mezin qezenc kirin.”
Gulsumê destnîşan kir ku di hawira şîdetê de binpêkirinên mafan yên li hember jinan zêde bûne..
Çalakiyên hevdem
Gulsumê wiha got: “Emê piştî cejnê, li her bajarê ku em hene wê bi awayekî hevdem çalakiyan pêk bînin. Emê bernameya çalakiyên xwe aşkera bikin. li dijî şîdeta heyî berxwedana me heye. Şîdet ancax bi berxwedanê dikare bê şikandin.”
(odk/hu)