Bi tecrubeya jinên xwarinên tên ser sifrê
10:15
Pîroz Zirig/JINHA
DÎLOK – Jinan ji bo amadekariyên zivistanê rojên dawî yên havînê tercîh kirin û niha di vê demê de ji ketina bûhayên sebzeyan fêdeyê digirin. Habat Gengeç ku di vê mijarê de xwedî zanîne, amadekariya xwarinan vegot.
Amadekariyên zivistanê yên ji dawi meha Tebaxê de dest pê dike heta hefteya duyemîn ya îlonê berdewam dike. Li navçeya Şahînbeylî ya Dîlokê jina bi navê Habat Gengeç ji bo zivistanê sebze û fêkiyan hişk dike. Her wiha balîcana bi gûz ya aydê Rojava jî çêdike. Habat piştî serê bacanê dibire dikelîne. Piştre bacanê xwe dike xwê û dide sekinandin. Rojekê wisa dimîne. Guz, bexdenûz û sîrê bi hev re hûr dike û dixe nava balîcan û balîcanan di bîdon de radixe. Rûnê zeyt li ser digerîne û bîdon berovajî dide sekinandin.
Amadekariyên yayla
Ji xwarinên ku Habat amade dike yek jî yayla ye. Habat bulxur dikelîne û mast tevlî dike û dikelîne. Piştî mast tîr bû, wek gogê teşe didinê û li ser banê hişk dikin.
'Sebze zêde dibe û bûha dikevin’
Habatê bi lêv kir ku ji bo amadekariyên zivistanê bi taybet vê demê hildibijêrin û got di vê demê de cureyê sebze zêde dibin û ji ber sebze zêde ye bûha jî dikevin.
Hişkirina îsotê destê mirovan dişewitîne
Habatê di berdewamiyê de anî ziman ku ji 200 kîlo îsota tûj 20-25 kîlo pul bîber bidest dixistin û got ev jî hewcedariya wan ya salekî dike û got: “em ji îsot, firingiyan salçeyê çêdikin. Em bi van sebzeyan xwarinên paqij amade dikin. Ji ber li ber tavê hişk dibin gelek bi tenduristin. Bi taybet dema îsot tê hişkirin destê jinan pir dişewite.
Çêkirina dimsê
Habatê di berdewamiyê de diyar kir ku çêkirina mewûj û dimsê li gorî herêma diguhere û got: “Mewûj ji tiriyê reş, bê dendî û yê sipî tê çêkirin. Di çêkirina tiriyê reş de derman tê bikaranîn. Ji ber pir şêrîne morî dikevinê. Em vê bi derman diparêzin. Em derman û rûnê zeyt li ser digerînin û didin sekinandin û hişk dibin. Em ji tiriyê din jî dimsê çêdikin. Tirî tê esirandin. Piştre tê kelandin.”
‘Ya herî rehet bamyaye’
Habatê di dawiya xaftina xwe de ya herî bê zehmet hişkirina bamyayê ye û got bamya li gorî sebzeyên din di siyê de tê hişkirin. Habatê got serê bamyayê tê jêkirin û piştre li ser tiştekî tê raxistin û hişkirin. Habatê got balîcan jî hundirê wê tê derxistin, xwêkirin û piştre wek tizbiyê derbasî bendik tê kirin û hişkirin.
(hu)