‘Em ê li peyama Rêberê xwe xwedî derkevin’

10:18

JINHA

WAN – Jinên ku herî zêde bûne piştîvanên peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotin: “Em heya dawiyê li peyî peyama hatî dayînin. Çi dibe bila bibe ji bo ku peyama hatî dayî bigihe cihê xwe ya ji destê me tê em ê bikin. Em weke dayik û gelê kurd em ê li peyama Rêberê xwe xwedî derkevin.”

Ji bo ahagî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin 50 siyasetmedarên kurd li Amedê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dan destpêkirin. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çu hevdîtin û di vegerê de têkildarî hevdîtina li Îmraliyê peyama Abdullah Ocalan li Amedê xwen. Her ku diçe piştgirî zêde dibe, herî zêde ji piştevaniya jinan mezin dibe. Jinên Wanê gotin: “ Em ê xwedî li peyamê derbikevin û Abdullah Ocalan dê pêvajoyê çareser bike.”

‘Divê peyam baş bê nirxandin’

Ji jinên piştevaniya peyamê dikin Bêrîvan Bor sedema ku ew peyamê giring dibînin wiha naî ziman: “Ev peyam ji bo gel ê kurd gelek girînge. Divê hikumet jî vê baş dest bigire ev peyam dê bandorek mezin li ser gel çêbike. Em dikarin bibêjin ku rêya çareserkirinê Abdullah Ocalane. Çi bibe bila bibe hewceye ku gel ê kurd vê peyamê baş binirxîne. Me gel ê kurd ji bo aştiyê hemû tişt kir. Lê mixabin dewletê her tim şer derxist holê. Ev siyaseta niha tê kirin jî rêya şer de diçe.”

‘Dayik dixwazin aştî bê’

Vesile Atsak jî diyar kir ku, bi salane Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze, pêvajoya aştiyê dewlet xira dike û wiha got: “Abdullah Ocalan diyar kir dewlet bixwaze dê pirsgirêk di nava 6 mehan de çareser bibe. Em jî xwedî li peyamê derdikevin. Em naxwazin dayik bigirîn. Bawer dikin ku bi gel peyama Abdullah Ocalan dê ev koletî dawî bibe û aştî bê. Dilê me tê şewitandin, zarok tên qetilkirin ji bo vî aştî pêwiste. Serokê me gava pêşiyê avêt divê dewlet jî pêwistiyên aştiyê cih bîne.”

‘Dive ku ev peyam pir baş bê nirxandin’

Xurşê Turgut jî diyar kir ku, di cejnê de xelata herî baş peyama Abdullah Ocalane û axivî: “Em dayik her tim aştiyê dixwazin. Serokê me jî tu caran şer nexwest. Divê ev peyam pir baş bê nirxandin. Wek pêvajoyên din nebe. Bi gotina Serokwezîr ‘ pêvajoya çareseriyê hatiye ji sarincoka rakirin’ ve şer destpêkir. Bila dewlet vê peyamê baş fêmbike. Em naxwazin ji her dû aliyan jî kuştin çêbe. Heya ku Serokê me azad nebe em ê ber xwe bidin.”

‘Xwedî li peyama Serokê xwe derbikevin’

Esmer Turgut jî anî ziman ku, di vê pêvajoyê de gelek ciwan û zarokan jiyana xwe ji dest dan û wiha dom kir: “Ji roja yekem heya niha bi gel Serokê me hevditîn hatiba kirin ew qas mirov nedihatin kuştin. Em êdî dibêjin bese. Peyamek pir girîng heye û divê ev peyam bê fêmkirin. Em heya dawiya jiyana xwe piştgiri didin Serokê xwe. Pira çareseriyê Serokê me ye. Aştî dê Rêberê me bîne. Divê Erdogan niha gav bavêje. Em gel ê kurd dê xwedî li peyamê derbikevin.”

Zekiye Kaya jî di derbarê giringiya peyamê ji bo gelê kurd û hemû gelan wiha axivî: “Tirkiye bûye gola xwînê û nav de dizivirin. Ji bo wê bila peyamê baş binirxînin û gavên nû bên avêtin. Bila di hemû aliyan de xwedî li peyama Abdullah Ocalan derkevin.”

(hk-db/zt)