'Çalakiyên me heya azadiya Rêber Apo wê berdewam bike'

10:53

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR – Jinên bajarê Til Temirê diyar kirin ku, ji ber ew agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtine kêfxweşin û gotin ku, dê çalakiya wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bike.

Jinên bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê têkîldarê hevdîtina ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî kirin nirxandin kirin. Jinan diyar kir ku, ew ji ber agahî ji rewşa Abdullah Ocalan girtine gelek kêfxweş bûne û gotin ku, ew ê çalakiya xwe ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Ji jinan Îman Derwîş ya ereb bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan berxwedanî û fedekariyek mezin kiriye û wiha got: "Ji ber vê yekê em rêzdarî ji Serokatî digrin û baweriya me bi fikir û felsefa wî heye. Gel ji hemû pêkhateyan ji bo agahî ji Serok Apo bigre û dawî li tecrîdê bînin, çalekiyan pêk tînin. Ji ber me agahî ji rewşa Abdullah Ocala girt em kêfxweşin, lê ev yek têr nake. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."

Endama Meclisa Zagonsaz Ayistan Xelef jî da zanîn ku, agahî ji Abdullah Ocalan wan kêfxweş kiriye û wiha axivî: "Em derbarê rewşa tendûrustiya Rêberê xwe de di nav guman de bûn. tecrîdeke demdirêj pêk hat û me li dijî wê çalekî pêk anî. Bi taybet piştî darbeyê ji ber gumanên me zêde bûn me giranî da çalakiyên xwe. Ji ber jiyana Rêber Apo jiyana me ye. Em wek jin jiyana bê Serok tucar qebûl nakin. Li her derê çalekiyên xurt ên jin û ciwanan çêbû ku pir rêxistinên din jî beşdar bûn. Ciwanan hezkirin û girêdana xwe nîşan dan. Li Qamişlo jî kon hate vedan. Di encam de agahî hat ku dê hevdîtin çêbibe, em bi vê agahiyê kêfxweş bûn. Lê ev nayên wateya dê çalekiyên me dawî bibe. Heya azadiya Rêbertî dê çalakiyên me berdewam bikin. Em wek jinên kurd û Rojava heya dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin. Girêdan û hezkirina me ji bo Rêberê me bêpayan e."

(en/rc)