Berxwedana 13 têkoşerên gundê Serzoyî hatin bîr anîn
11:55
JINHA
KOBANÊ- Bi sedan welatiyên Kantona Kantone berê xwe dan gundê Serzoyî û di salvegera têkoşîna bêhempa yên 13'e şervanan de, ew bi bîr anîn.
Bi sedan welatiyên Kantonê Kobanê ji bo ku berxwedana 13'e têkoşerên ku di têkoşîna li gundê Serzoyî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr bînin herikîn gund û li wir bi merasîmekê ew bi bîr anîn.
Gundê Serzoyî ku li Rojhilatê bajêre di 16'ê Îlona 2014'an de 13 şervanên YPG-YPJ'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa meşandin û canê xwe feda kirin. Gelê Kobanê ev berxwedanî bi merasîmekê bi bîr anîn.
Merasîm bi deqîqeyekê rêzgirtin destpê kir. Di merasîmê de fermandara YPJ'ê Asmîn Kobanê wiha got: "Di despekê de em berxwedana 13 hevalên xwe ku ji bo jiyanek birûmet xwe feda kirin, bi bîr tînin. Beriya du salan li beramberî Kobanê êrîşeke mezin hate destpêkirin. Di heman demê de gelê Kobanê û şervanên azadiyê jî ketin nav berxwedanê. Li vî gundî 13 şervan ji bo êrîşên çeteyan bişkênin têkoşîneke mezin meşandin. Berxwedana wan cîhan hejand. Her 13 şervan beriya ku şehîd bibin bi rêya telefonê ji rêhevalên xwe re gotibûn ku ew ê canê xwe feda bikin, lê teslimiyetê qebûl nakin."
Di dawiya merasîmê de bawernameyên 13'ê têkoşeran dane malbatên wan û merasîm bi dirûşmeyên "Bijî YPG" "Bijî YPJ" û "Şehîd Namirin" dawî bû.
Navê şervanên ku bi lehengî li gundê Serzoyî jiyana xwe ji dest dan wiha ye:
Serxwebûn Amed, Hebûn Kobanê, Berxwedan Batman, Ciwan Heval, Mizgîn Cûdî, Berfîn Çiya, Rûstem Cûdî, Rodî Efrîn, Bera Beroer, Bawer Sîpan, Peyman Tolhildan, Gulistan Qendîl, Berçem Cûdî.
(en/rc)